Hantûr; alava herî kevn a veguhastinê li Qamişloyê

Şêniyên taxa Cimaiyê ya bajarê Qamişlo di nav ew qas pêşveçûnên di warê alavên veguhastinê de, hê jî hentûran ji bo veguhastinê bi kar tînin.

Hantûr; alava herî kevn a veguhastinê li Qamişloyê
Hantûr; alava herî kevn a veguhastinê li Qamişloyê
Hantûr; alava herî kevn a veguhastinê li Qamişloyê
25 tebax, 2018   09:15

KELSÛME ELÎ / QAMIŞLO

Hantûr ji alavên herî kevn ên veguhastinê ne. Tevî ew qas pêşketina di warê alavên veguhastinê de, heta niha şêniyên bajêr di veguhastina madeyan de bi kar tînin.

Hantûr ji du yan çar tekeran pêk tê. Bi rêya hespekî yan du hespan tê kişandin. Di têketina bajarê Qamişlo de ji aliyê rojhilat ve, hebûna erebeyên hantûr bala mirov dikişîne û bi taybet li taxa Cimaiyê.

Şêniyên taxê madeyên wekî êmê sawalan, sebze, çîmento û kevir bi hentûran vediguhêzin. Her wiha ji bo parastina vê kevneşopiyê hin caran ji bo veguhastina şêniyan tê bikaranîn.

Xwediyên hantûran ji bo her veguhestinekê ji hezar heta hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê heq distînin.

Têkildarî vê mijarê welatiyê bi navê Fadil Şemal xwediyê hantûrekê ye û ji beriya 3 salan ve li taxê dixebite. Fadil diyar kir ku her çi qas kirêya hantûran ji erebeyan kêmtir be, lê ew dest ji vî karî ku bûye kevneşopî, bernadin. 

(şx)

ANHA