Saziya Malbatên Endamên  QSD`ê hate avakirin

Saziya Malbatên Endamên QSD`ê ku li herêma Serêkaniyê hat avakirin, armanca wê ew e ku bibe pira têkiliyên di navbera  endam, malbat û rêveberiya leşkerî de.

Saziya Malbatên Endamên  QSD`ê hate avakirin
Saziya Malbatên Endamên  QSD`ê hate avakirin
Saziya Malbatên Endamên  QSD`ê hate avakirin
Saziya Malbatên Endamên  QSD`ê hate avakirin
24 tebax, 2018   05:32

HESEKÊ

Saziya Malbatên Endamên  QSD`ê ku di 6’ê Tebaxê de hat avakirin,  armanca wê ew e ku bibe pira têkiliyên di navbera malbatên endaman, endam û rêveberiya leşkerî. Rêveberiya saziyê mal bi mal diçin serdana endamên hêzên girêdayî QSD (YPG/YPJ, Disiplina Leşkerî, Erkê Xweparastinê), li malbatan guhdar dikin.

‘Ev sazî giring e ji bo têkiliyên malbat, endam û rêveberiyê’

Endamê Rêveberiya Malbatên Endamên QSD’ê Hecî Seyfedin, di derbarê armanca avakirina saziyê de agahî dan ajansa me. Hecî diyar kir ku armanca avakirina vê saziyê ew e ku malbatên endamên xwe nas bikin, malbat jî rêveberiya endamên xwe nas bikin û wiha got: “Ji bo pêwîstiyên malbatan, xwestekên malbatan, rewşa leşkeran SME saziyek giringe.”

‘Em serdana malbatan dikin, guhdarî daxwazên wan dikin’

Hecî destnîşan kir ku ew wek rêveberiya saziyê diçin malbatên endamên xwe, rewşa wan dinerin, eger pêwîstiyek hebe bicih tînin û wiha pêde çû: “Malbat jî ji bo rewşa zarokên xwe serdana me dikin. Dema endamên me cih digûherin, yan jî tevlî şer dibin gelek caran malbat ji rewşa wan bê xeberin. Malbat jî dikarin serdana me bikin ji bo agahiyên zarokên xwe. Yan jî gelek car jî di malbatê de pirsgirêkên endaman çêdibin, em bi malbat û endaman re nîqaş dikin û pirsgirêkên endaman li gel malbatê çareser dikin.”

Hecî da zanîn ku malbat wan pir germ û kêfxweş pêşwazî dikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Malbatan ji me re got ku hun dereng mane. Lê ji ber şer û rewşa ku heyî niha derfetê me çêbû ku em bibin bersiva pirsgirêk û daxwazên malbatên endamên xwe.”

‘Vê saziyê rihetiyek xist dilê malbatên me’

Yek ji şervanê QSD`ê Fedekar Dirbêsiyê debarê avakirina saziyê de nerîna xwe anî ziman û wiha got: “Vê saziyê rihetiyek xist dilê malbatên me. Êdî rêveberiya me nas dikin, dema kêmasiyek derdikeve yekser bi rêveberiya me re dikevin nava têkiliyan.”

Şervana QSD’ê Berçem Azadî jî da zanîn ku dema ew diçû şer, yan jî karek din derdiket malbata wê ji wê bê xeber bû, niha ev sazî dê agahiyan bide malbata wê û wiha axivî: “Malbat bi vê saziyê pir kêfxweş bûn. Cihek heye ku serdan bikin. Destpêkê malbat sazî bi sazî digeriyan, niha muxatabê wan heye.”

‘Em bi serdana hevalên zarokên  xwe moralên  digirin’

Dayîka Şehîd Masîro Zehra Qido ku hevjînê wê jî şervanê  YPG’ê ye kêfxweşiya xwe ya ji bo avakirina saziyê bi van gotinan vegot: “Bi taybet dayîk pir kêfxweş in. Her dayîkek çavê wî li riya zarokê xwe ye. Her çend zarokên me ji me durbin jî dema hevalên wan tên malê û rewşa me dipirsin, wekî ku zarokên me hatine malê em kêfxweş dibin. Em pirsa zarokên xwe dikin, rewşa wan fêrdibin. Ne ez tenê her malbatek bi vê saziyê kêfxweş e. Malbat çaverêyên rêveberiya saziyê ne, da ku serdana wan jî bikin, bi vê yekê moralên  wan jî baş dibe.”

(sx-mb/kc)

ANHA