Piştî destdirêjiyê, gefa kuştinê li gelê Babê û Efrînê xwarin

Koma çete ya bi navê Lîwa Silêman Şah a girêdayî artêşa tirk a dagirker, gefa kuştinê li welatiyên Efrînê û Babê xwar ger ku sibê li dijî bûyera destdirêjiya serçeteyê wan li dijî keçikeke ji Xûtaya Rojhilat derkevin meşê, xwar. 

Piştî destdirêjiyê, gefa kuştinê li gelê Babê û Efrînê xwarin
23 tebax, 2018   20:22

EFRÎN

Li ser torên civakî dîmena keçikekê bi navê Esra Yûsif a 19 salî, dibêje ku ew zewîciye û serçeteyê bi navê Ebû Emşe ya girêdayî artêşa tirk a dagirker bi darê zorê û gefxwarinê destdirêjî li ser wê kiriye, hate belavkirin.

Piştî ku ev dîmen hate belavkirin, li Efrînê tevheviyeke mezin çêbû û çeteyan rêyên sereke hemû girtin.

Koma çete ya bi navê Lîwa Sillêman Şahî gef li şêniyên Babê û Efrînê xwarin ger ku sibê li dijî serçeteyê Ebû Emşe dakevin meşê, ew ê wan bikujin.

Li bajaroka Tilar a girêdayî bejahiya bakur a Helebê, di navbera koma çete ya bi navê Firqet El-Hemzat û Sultam Mûrad a girêdayî Lîwa Silêman Şahî şer rû da.

/kr/haber/li-efrn-ceteyek-destdirj-li-kecikek-kir-h6550.html

(kc)

ANHA