NY'yê dest bi lêkolîna qirkiriya DAIŞ'ê ya li Şengalê kir

Neteweyên Yekbûyî (NY) dest bi lêkolîna qirkirin û êşkenceya ku çeteyên DAIŞ'ê li Kurdên Êzidî û gelê sivîl ê li Iraqê kiriye, kir.

NY'yê dest bi lêkolîna qirkiriya DAIŞ'ê ya li Şengalê kir
24 tebax, 2018   05:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku lêkolînê di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de dest pê kiriye. Biryar par bi yekdengî hatibû girtin.

Nameya ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres roja 17'ê Tebaxê şand Konseya Ewlekariyê, duh hate aşkerekirin. Di nameyê de hate ragihandin ku karê lêpirsînerên Neteweyên Yekbûyî yên li ser sûcên çeteyên DAIŞ'ê li dijî Êzidiyên li Şengalê û gelê li Iraqê kiriye, wê piştî 3 rojan dest ê bike. Ev yek jî tê wê wateyê ku lêkolînê roja 20'ê Tebaxê dest pê kiriye.

Gûterres di nameya xwe de diyar kir ku tîma lêpirsînê bi pêşengiya yek ji parêzerên pispor ê Brîtanyayî Karîm Asad Ahmed Khan de dest pê kiriye.

3'ê Tebaxa 2015'an piştî ku PDK'ê xwe ji Şengalê vekişand, çeteyên DAIŞ'ê dest bi êrîşên qirkirinê kirin. Ji ber van êrîşan bi hezaran Kurdên Êzidî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jin û zarok jî dîl ketin destê çeteyan. Bi destwerdana şervanên YPG'ê û gerîlayên HPG'ê, pêşî li êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatibû girtin.

Neteweyên Yekbûyî beriya niha biryarek dabû û komkujî û êrîşên li ser Şengalê weke "qirkirina potansiyel" pênase kiribû.