ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.08.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.08.2018
24 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Ji zaroktiya xwe ve nexwest jiyana xwe normal derbas bike, bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bandor bû û gelek pirtûkên  Ocalan xwendin û riya xwe ber bi azadiyê ve dest pê kir. Di nava xebatên perwerdekirina şervanên YPJ'ê de her tim pêşeng bû.(BI WÊNE)

- Saziya Malbatên Endamên QSD`ê ku li herêma Serêkaniyê hat avakirin, armanca wê ew e ku bibe pira têkiliyên di navbera  endam, malbat û rêveberiya leşkerî de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Kantona Girê Spî ji destpêka avabûna xwe de bê navber karûbarên welatiyan dimeşîne û hewl dide di hemû aliyan de guhartinên bingehîn ji bo xizmeta gel çêbike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Îyad Xetîb diyar kir ku geşedanên li Idlibê rû didin di encama dawiya zincîreyeke pilanên navnetewî û herêmî de pêk tên. Her wiha destnîşan kir ku çalakiyên topbaranê li dijî xalên Tirkiyeyê peyamên Îranê ji Tirkiye û Rûsyayê re ne.(BI WÊNE)

JIN

- Sîlda Xelef Heco ji niştecihên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye. Dayîka Sîlda ji bo peydakirina debara xwe û xwedîkirina 10 zarokên xwe 24 demjimêran dixebite.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Kluba  Cûdî di pêşxistina arezû û xurtkirina kêrhatinên bedenî ya hezkiriyên werzîşê li navçeya Girkê Legê rolek dilîze. Her wiha hejmarek tîmên werzîşî yên cur bi cur perwerde dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Dengbêjê stranên destan û efsaneyên lehengiya gelê Kurd Ehmed Xanî hewl dide bi riya hunerê kevneşopiya bav û kalên Efrînê biparêze.(ÇAND Û HUNER)

-Bajarê Reqayê ji aliyê şûnwarên dîrokî  ve dewlemend e. Mîrên Ebasiyan ji ber xweza, hewa û cihê Reqayê yê balkêş li Rojhilata Navîn de gelek şûnwar ava kirin. Ji wan Qesir El-Binat ango Seraya Keçikan. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve qesir gelek zerar dît.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Tevî metirsiyan ji xwedîkirina maran hez dike û di danûstandina bi maran re pispor e û cûreyên wan baş nas dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a Til Birakê gelek xebatên xizmetguzariyê di demek kin de pêk anîn. Her wiha amadekariyên hin projeyên din dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsa ji destpêka avabûne xwe de hewl da çandinî li herêmê pêş bixe. Komîteyê soz da ku mewsima havînê bi nirxên guncew ji cotkaran bikire.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi sedan malbatên ku ji bajar û deverên Sûriyeyê koçber bûne, li kampên belavbûyî yên li gundewarê Reqayê bi cih bûn. Azar û zehmetiyên wan di nav xemsariya rêxistinên mirovî  de zêde dibin. Yek ji wan kampan jî Kampa El-Recim El-Ebyed e, koçberên di kampê de behsa rêxistinan dikin.( BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA