Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan

Ji zaroktiya xwe ve nexwest jiyana xwe normal derbas bike, bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bandor bû û gelek pirtûkên Rêber Ocalan xwendin û riya xwe ber bi azadiyê ve dest pê kir. Di nava xebatên perwerdekirina şervanên YPJ'ê de her tim pêşeng bû.

Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
Avesta.. şoreşgera pêşeng û keça axa zeytûnan
24 tebax, 2018   04:00

EFRÎN

Şehîd Raperîn Ednan binavsnav (Avesta) keçeke Efrînî û têkoşereke şoreşê ye, xwedî rêbazên têkoşînê yên cîwaz bû li gundê Elbîskê yê girêdayî devera Reco ya kantona Efrînê ji dayîk bûye. Malbata wê ji 3 xurt û 3 keç û bav û dayîkê pêk dihat.

Malbatê Tevgera Rizgariya Kurdistanê di salên destpêkê yên damezrandina wê de nas kir. Malbat ji ber rewşa aborî neçar ma koçberî Helebê bibe û ji bo zarokên xwe bixwendin bide. Li bajarê Helebê jî endamên malbatê li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwedîkirin.

Têkoşer Raperîn xwendina xwe ya seretayî û navîn serkeftî bi dawî dike û derbasî qonaxa dibistana amadeyî dibe. Di wê demê de gelek kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike û bi awayekî veşartî beşdarî nava çalakiyên Tevgerê dibe. Piştî ku şoreşa Rojava dest pê dike cihê xwe di nava şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de digire.

Di destpêka beşdarbûna têkoşer Raperîn ya nava refên YPJ'ê de pirtûkên Rêber Ocalan bêtir dixwîne û fikir û felsefeya Rêber Ocalan bêtir nas dike û tişta ku ji van pirtûkan xwendiye bi hevrêyên xwe re gotûbêj dike. Têkoşer Raperîn piştre navê Avesta ji xwe re weke navekî tevgerî ji xwe re hildibijêre û derbasî perwerdeyên fêrbûna çekên giran dibe. Têkoşer Avesta cihê xwe di xetên pêşîn ên eniyên berxwedanê de digire. Her wiha dema ku komên çete êrîşî gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê dikin bi lehengî li ber xwe dide û cihê xwe di şer de digire.

Arîn Elî xwîşka şehîd Avesta ye û diyar kir ku ew weke malbat li ser fikr û exlaqa Tevgera Rizgariya Kurdistanê hatine xwedîkirin û ji bo bibin mînaka kadroyên tevgerê xebatên xwe dane meşandin.

Heyder birayê şehîd Avesta diyar kir ku ew ji xwîşka xwe Raperîn ve gelekî nêzîk bû û got ku têkoşer Avesta ti carî paşverûtiya civakî û sîstema baviksalariyê ku li ser jinan hatiye ferz kirin qebûl nedikir û her tim digot ku dê beşdarî nava xebatên Tevgerê bibe û civakê ji vê sîstemê rizgar bike.

Şoreşa Rojava destpêka qonaxeke nû bû

Piştî ku têkoşer Avesta xwendina xwe ya amadeyî bi dawî kir bi awayekî veşartî li gel birayê xwe Heyder beşdarî çalakiyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibûn.

Piştî demekê têkoşer Avesta beşdarî nava xebatên Ciwanên Şoreşger dibe û di destpêka avakirina YPJ'ê de cihê xwe di nava wê de digre û di sala 2013'an de beşdarî yekemîn tabûra YPJ'ê ya bi navê tabûra Şehîd Roken dibe.

Hevrêya têkoşer Avesta ya bi navê Amed Kendal hin bîranînên xwe bi wê re vegotin û got ku wan di sala 2013'an de hevûdu nas kirine û got ku têkoşer  Avesta di hemû nîqaşan de xwedî helwesteke zelal bû û her tim tişta ku ji pirtûkên Rêber Ocalan wergirtine bi hevalên xwe re nîqaş dikir.

Hevrêyê têkoşer Avesta yê bi navê Welat Can got ku ew aşiqê xwendina pirtûkan bû û dema valabûna wê tune bû û her tim pirtûkeke Rêber Ocalan di destên wê de bû.

Bavê têkoşer Avesta Ednan diyar kir ku piştî 7 mehan ji beşdarbûna wê ya nava YPJ'ê ew di merasîma oxirkirina şehîd Silava Efrîn de rastî wê hatiye û got ku kesayeta wê gelekî hatibû guhertin û bi hêz bibû û ji wan re gotiye ku heta ku ew di nava xebatên şoreşê de ye bila ti kes xema wê nexwe û gotina wê wiha bi bîr anî: "şoreşê ez ji jiyaneke pûç rizgar kirim. Cihê min di jiyana berê de tune bû."

Birayên wê riya wê dişopînin

Di sala 2013'an de xwîşkek û birayekî têkoşer Avesta beşdarî nava xebatên şoreşê dibin û diyar kirin ku wan riya xwe ber bi azadiyê ve pejirandin.

Şerê dawî

Amed Kendal diyar kir ku piştî êrîşên komên çete li dijî kantona Efrînê di sala 2013'an de zêde bûn, şehdî Avesta û hevrêyên wê li navçeya Şêrewa cihê xwe di xetên pêşîn de girtin. Di 27'ê Cotmeha 2013'an de komên çete êrîşî gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa kirin û di wê rojê de têkoşer Avesta birîndar dibe û tevî birîna xwe nexwest ji qada şer derbikeve û berxwedana xwe berdewam kir û di encamê de li qada şer şehîd bû.

Têkoşer Avesta mîrasekî têkoşînê li pey xwe hişt û bi dehan ciwanan riya wê şopandin û hêjî dişopînin. Kantona Efrînê bi saya fedekariya şehîdên weke Avesta li ber xweda û di encamê de dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe ya teknolojî û bi hevkariya komên çete kantona Efrînê dagir kir. Lê dîsa jî têkoşîna şervanan nehate rawestandin û niha ji bo rizgarkirina Efrînê ji destên dagirkeran xebatên xwe di asta herî jorî de didomînin.

ANHA