Li herêma El-Bask kolanek bi navê şehîd Hêlîn Qereçox hate binavkirin

Li herêma Bask kolanek bi navê şehîda YPJ`ê ya navnetewî Anna Campbell(Hêlîn Qereçox) hate binavkirin.

Li herêma El-Bask kolanek bi navê şehîd Hêlîn Qereçox hate binavkirin
23 tebax, 2018   13:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Şervana YPJ`ê ya navneteweyî Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) di Berxwedana Serdemê de di bersivdayîna êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê şehîd bû.

Di vê heftyê de şahiya mezin li herêma Bask a Îspaniyayê tê lidarxistin.

Di şahiya mezin de gelek çalakiyên çandî tên lidarxistin. Yek ji wan çalakiyan ku navê kolanan bi navên jinên têkoşer bi nav bikin.

Hêlîn Qereçox li Birêtaniya jidayîk bûye. Biryar da ku tev li refên YPJ`ê bibe. Tevlî  gelek hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû. Hêlîn di 15`ê Adara 2018`an de dema ku li dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê şer dikir, şehîd bû.

(bx)

ANHA