Li Efrînê çeteyekî destdirêjî li keçikekê kir

Li bajarê Efrînê, piştî ku serçeteyekî  Lîwa Silêman  El-Şah destdirêjî li dijî keçikeke ji Xûtayê kir, rewşeke tevlîhev di navbera çeteyan de derketiye.

Li Efrînê çeteyekî destdirêjî li keçikekê kir
23 tebax, 2018   15:08

EFRÎN

Li ser torên civakî dîmena keçikekê bi navê Esra Yûsif a 19 salî, dibêje ku ew zewîciye û serçeteyê bi navê Ebû Emşe ya girêdayî artêşa tirk a dagirker bi darê zorê û gefxwarinê destdirêjî li ser wê kiriye, hate belavkirin.

Çavkaniyekî ji hundir bajarê Efrînê ragihand ku komên çete yên bi navêʺKombûna Ehrar El-Şerqiyê, Cebhe El-Şamiyê, Ehrar El-Şam, Firqa Nehan, Kombûna Edel, Focê Pêncan, Firqet El-Sultan Ebd Hemîd û Firqet El-Hemze qaşo ji bo tunekirina hebûna çeteyên Lîwa Silêma Şah, odeyeke çalakiyan bi navêʺ Lebeykî ya uxtahʺ ava kirine.

Piştî ku ev dîmen hate belavkirin, çeteyan rêyên sereke yên bajarê Efrînê girtine û tevlehevî derketiye.

(kc)

ANHA