Çavuşoglu sibê berê xwe dide Rûsyayê

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu ji bo ku bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov bicive roja Înê ango sibê berê xwe dide Rûsyayê.

Çavuşoglu sibê berê xwe dide Rûsyayê
23 tebax, 2018   12:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Herdû alî dê di hevdîtinên xwe de hevdîtina xwe de rewşa Idlib a Sûriyê nîqaş bikin. 14`êTebaxê jî her du wezîrên navborî li Enqereyê civiyan.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê beriya niha banga diyarkirina çeteyên li Idlibê kiribû û paşê şer wan bikin, her wiha destnîşan kir ku çênabe şerekî bi giştî li Idlibê were lidarxistin.

(bx)