Li Efrînê bi alîkariya ENKS`ê kiriyarên hovane didomin

Şêniyênê gundê Berbene, Kolya Jorîn û Kolya Jêrîn ên girêdayî herêma Raco ya Efrînê ji aliyê çeteyên Firqet El-Hemzat û bi hevkariya ajanên wan di nava ENKS`ê ve rastî êşkence û kiriyarên hovane tên.

Li Efrînê bi alîkariya ENKS`ê kiriyarên hovane didomin
23 tebax, 2018   10:24

EFRÎN

Li gorî çavkaniyên herêmî ji Efrînê diyar kirin ku sivîlên gundewarên herêma Racoyê ji aliyê Firqet El-Hemzat ve rastî kiryarên hovane tên. Çavkaniyan tekez kirin ku çete li gorî raporên ajanên xwe yên girêdayî ENKS`ê hindek malbatên dikin hedef. 

Şêniyên gundê Berbene, Kolya Jêrîn û Jêrîn ji ber kiriyarên hovane  ku rojane ji aliyê çeteyên El-Hemzat ve li ser wan tên kirin rewşên pir zehmet dijîn. Şêniyên gund ji aliyê çeteyan ve têne revandin û li beramberî berdana wan pereyan zêde ji wan dixwazin her wiha mal û milkên wan talan dikin.

Di 18`ê Tebaxê de çeteyên Firqet El-Hemzat êrîşî mala welatiyê Xelîl Henan Daûd kirin û xwestin ku terektora wî bidizin, lê Xelîl ev yek red kir û dest ji terektora  xwe berneda ji ber wê ji aliyê çeteyên Firqet El-Hemzat ve hate êşkecekirin û di encama wê de welatî kirîza dil lêxist û jiyana xwe ji dest da.

Êşa malbata Dawûd li vê derê nesekenî. Roja Çarşemê 22`ê Tebaxê çeteyan girtin ser mala wî û du kurên wî yên bi navê Izet Xelîl Dawûd û Henan Xelîl Dawûd û apê wan Fayiq Dawûd girtin û 3 terektorên wan dizîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî ku hersê welatî ji aliyê çeteyan ve bi awayekî hovane hatin êşkencekirin û destê yekî ji wan şikandin.

Çavkaniyan tekez kirin ku çeteyan herdû bira Izet û Henan piştî ku bi awayekî hovane ew êşeknce kirin serbest berdan lê apê wan Fayiq li gel xwe hiştin û li beramberî beredana wî milyonek lîreyên Sûriyê xwestin.

Çavkaniyan tekez kirin ku çeteyan telefonên kesên ku revandine ji wan standin, her wiha nahêlin ku şêniyên gund telofonana bikar bînin.

Çeteyên ENKS`ê çeteyan dibin malên welatiyan

Li gorî agahiyan şêniyên gundê Berbene, Kolya Jorîn û Kolya Jêrîn ji ber kiriyarên çeteyên Firqet El-Hemzat rewşeke pir zehmet dijîn.

Li gorî çavkaniyan ku çeteyên ENKS`ê yên ji gundê Berbene çeteyan dibin ser malên welatiyan.

Her wiha çavkaniyan tekez kirin ku çeteyên ENKS`ê yên ji malbata Mamo, Sibhî Osê û Sebrî Zênel agahiyan derbarî sivîlan ji çeteyên Firqet El-Hemzat re dibêjin û dihêlin ku çete bigrin ser malên sivîlan. 

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ajansa me ANHA`yê di demên berê de der barî lîsteyên ku ji aliyê endamên ENKS`ê ve hatibû amadekirin  û çeteyan ber bi malên welatiyan ve dibin, belav kiribû.

(bx)

ANHA