Çeteyên Tirkiyeyê zarokek îşkence kirin

Zarokê bi navê Ehmed Xazî duh li ser destên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê hate îşkencekirin û pereyên wî jê standin.

Çeteyên Tirkiyeyê zarokek îşkence kirin
23 tebax, 2018   09:04

MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li herêma Şehba û deverên weke Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê destdirêjiya xwe li dijî welatiyên sivîl didomînin. Di vê çarçoveyê de komên çete duh zarokê bi navê Ehmed Xazî girtin û îşkence lê kirin û pereyên wî jî jê standin.

Çavkaniyekî ji bajarê Cerablûsê ragihand ku zarokê 14 salî Ehmed Xazî duh li ser destên Asayîşa Leşkerî ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku serçeteyê bi navê Ebû El-Muhtesên rêveberiya wê dike, rastî îşkenceyê hatiye.

Li gorî heman çavkanî zarok bi motoskilêta xwe malbata xwe dibir devera El-Ewn ya di navbera Cerablûs û Minbicê de nemaze piştî ku artêşa Tirk tevgera siwareyan qedexe kir.

Çavkanî got ku çeteyan pereyên zarok û motoskilêta wî û telefona wî û pereyên bi wî re jê standine û îşkence li wî kirine.

Ajansa ANHA'yê wêneyên zarok bi dest xwe ve anîn ku diyar dibe rewşa zarok di xeteriyê de ye.

ANHA