Gurupa şehîd Rojhat teqîna li Efrînê girt ser xwe

Gurupa Şehîd Rojhat teqîna ku di 21`ê Tebaxê de li navenda Efrînê çêbû girt ser xwe û got di enacma teqînê de 3 kesên ji derve hatin li Efrînê bicih bûn, hatin kuştin.

Gurupa şehîd Rojhat teqîna li Efrînê girt ser xwe
Gurupa şehîd Rojhat teqîna li Efrînê girt ser xwe
Gurupa şehîd Rojhat teqîna li Efrînê girt ser xwe
Gurupa şehîd Rojhat teqîna li Efrînê girt ser xwe
23 tebax, 2018   10:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Gurupa Şehîd Rojhat der barî teqîna ku beriya du rojan li Efrînê pêk hat daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.  Di daxuyaniyê de gurupê kesên ji derve yên ku li Efrînê bi cih bûne hişyar kir ku ji Efrînê derkevin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em gurupeke ji ciwanên Efrîn û Helebê ne. Me gurupa xwe ya bi navê şehîd Rojhat a leşkerî li Efrînê ava kir. Em ê di çalakiyên xwe de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di bikin hedef. Her wiha kesên ku ji derve hatine û mal û milkên welatiyan dagir kirin e em ê wan jî bikin hedef. Em tu carî kesên xayin ên ku dan û stendinên wan bi dagirkeran re hene ji bîr nakin.

Di vê çarçoveyê de di 21`ê Tebaxa 2018`an de me mayînek li ser rêya Raca ya navenda Efrînê teqand. Di encama wê de 3 kesên ji derve yên ku hatine Efrînê û xwe li wê derê bi cih kirine, fermanên dewleta tirk a dagirker pêk tînin û malên welatiyan dagir dikin hatin kuştin.

Em hemû kesên ku ji derve hatin û xwe li Efrînê bi cih kirine hişyar dikin ku ji Efrînê derkevin yan jî dê bibin hedefên çalakiyên me."

(bx)

ANHA