Di navbera Amerîka û Çîn de gumrika hişk

Rêveberiya Amerîka gurzeke nû ji gumrika hişk li ser berhemên Çînê ku bi qasî 16 milyar dolar derbasî Amerîka dibin ferz kir. Çînê jî tavilê tedbîrên weke wê standin.

Di navbera Amerîka û Çîn de gumrika hişk
23 tebax, 2018   07:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya serokê Amerîka Donald Trump komeke nû ji baceyên gumrikê yên hişt li ser berhemên Çînê ku bi qasî 16 milyar dolar derbasî Amerîka dibin ferz kir. Bi vê yekê nirxa giştî ya berhemên Çînê ku Amerîka werdigire derket 50 milyar dolar.

Çînê ji aliyê xwe ve tavilê bersiv da û gumrikeke bi heman rengî li ser 16 milyar dolar ji berhemên Amerîka yên derbasî Çînê dibin ferz kir.

Wezareta Bazirganî ya Çînê bi daxuyaniyekê ragihan ku Çîn ji van gumrikên Amerîka ne razî ye û ti vebijêr li pêşiya wê tune ne ji bilî ku bi heman rêbazî bersiva xwe bide.

Her wiha got ku evan tedbîrên Amerîka pîvanên rêxistina Bazirganî ya Navnetewî bin pê dike û got ku dê di vê derbarê de giliya wê bike.