Bi boneya cejna Qurbanê malbatên şehîdên Reqayê tên ziyaretkirin

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ev cejna Qurbanê ya yekem e ku şêniyên wê pîroz dikin. Bi vê boneyê endam û rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê serdana malbatên şehîdan dikin.

Bi boneya cejna Qurbanê malbatên şehîdên Reqayê tên ziyaretkirin
Bi boneya cejna Qurbanê malbatên şehîdên Reqayê tên ziyaretkirin
Bi boneya cejna Qurbanê malbatên şehîdên Reqayê tên ziyaretkirin
Bi boneya cejna Qurbanê malbatên şehîdên Reqayê tên ziyaretkirin
23 tebax, 2018   08:13

REQA

Bi boneya cejna Qurbanê ji saetên sibê ve şande serdana malbatên şehîdên bajarê Reqayê dikin û  cejna wan pîroz dikin.

Saziya Malbatên Şehîdan endamên xwe li ser çenda beşan belav kirin da ku serdana hemû  malbatên şehîdan ên li bajar û gundewarên Reqayê bikin. Serdana wan ji bajarokê  Xenîz El-Keşe, Xenîz, Helo Ebid, El-Kalte, El-Esediye û El-Ebara destpê kir û heta niha dewam dike.

Di serdanê de Hevseroka Meclisa bajarokê Xenîz Meryem Îbrahîm axivî û tekez kir ku bi saya şehîdan ew cejnê bi kêfxweşî û aramî pîroz dikin.

Her wiha Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Îsmaîl Hesen soz da ku ew ê heta dawiyê û heta pêkanîna xewen û xeyalên şehîdan şopdarên rêya wan bin.

(bx)

ANHA