Bi vînek xurt astengdarbûna xwe derbas dike

Hacer Hemze Mihemed ji şêniyên gundê Ekerê ye di lingê xwe yê çepê de astengdar e, lê astengiya xwe, ji xwe re nekir pirsgirêk û bûye ji baştirîn dirûnkarên cilên gelêrî li navçeya Til Birak. Hacer bi pîşeya xwe alîkariya malbata xwe jî dike. 

Bi vînek xurt astengdarbûna xwe derbas dike
Bi vînek xurt astengdarbûna xwe derbas dike
Bi vînek xurt astengdarbûna xwe derbas dike
23 tebax, 2018   07:36

RÊNAS REMO-MEDYA ELÎ / QAMIŞLO

Hacer Hemze Mihemed (35) ji şêniyên gundê Ekerê 8 km dikeve bakurê navçeya Til Birakê ye. Malbat Hacer ji 13 kesan (7 keç û 6 kur) pêk tê. Hacer ji dayîkbûna xwe de di lingê xwe yê çepê de astengdar e. Ji ber wê di xwendinê de gelek zehmetî kişand. 

Hacer weke jin li ser xwe qebûl nekir ku di nav civakê de bê rol bimîne. Astengiya wê û rewşa aborî ya dijwar li hember vîna wê ya xurt nabe asteng. Hacer di sala 2002'yan de ji bavê xwe fêrî pîşeya birîna caw û dirûtinê dibe û roj bi roj xwe pêş dixe.

Hacer Hemze niha hemû cureyên cilan û cilên gelêrî yên erebî yên taybet bo şêniyên navçeya Til Birakê didrû.

Vîn ji astengdariyê xurtir e

Hacer destpêkê ji ber astengdarbûna xwe gelek zehmetî dikişîne, lê bi vîneke xurt astengiya xwe derbas dike û dibe yek ji baştirîn dirûnkarên cil û beran li navçeyê.

Her wiha hin caran Hacer cilên zarokan û pêwîstiyên malan didrû.

(şx)

ANHA