Saziyên Tebqayê serdana malbatên şehîdan kirin

Saziyên leşkerî û sivîl ên herêma Tebqayê Cejna Qurbanê li mablatên şehîdan pîroz kirin.

Saziyên Tebqayê serdana malbatên şehîdan kirin
Saziyên Tebqayê serdana malbatên şehîdan kirin
Saziyên Tebqayê serdana malbatên şehîdan kirin
Saziyên Tebqayê serdana malbatên şehîdan kirin
22 tebax, 2018   13:35

TEBQA

Şandeya ji fermandara QSD‘ê Rojda Felat, Hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Xalid, Serokê Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Musena Ebdulkerîm, nûnerên têkiliyên giştî yê QSD‘ê, Komîteya Têkiliyan a herêma Tebqayê, Komîteya Aborî, Komîteya Jin û Meclisa Jin a Tebqayê pêk dihat ji saetên sibehê ve li malbatên şehîdan digerin û Cejna Qurbanê li wan pîroz dikin.

Endamên şandeyê diyar kirin ku ne ji keda şehîdan baye welat rizgar û bi aram nedibû. Her wiha hate gotin ku hemû şêniyên herêmî îsal bi kêfxweşî di nava armaniyê de cejnê pîroz dikin û soz dan ku ew xeta şehîdan bişopînin.

Malbatên şehîdan jî ji aliyê xwe ve spasiya şandeyê kirin û gotin ew bi şehadeta zarên xwe serbilind in.

ANHA