Taziya Şengalî bi merasîmekê bi dawî bû

Li Serdeşta Çiyayê Şengalê taziya Endamê Kordînesyona Civata Êzidî Zekî Şengalî di roja 5'emîn de bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de soza berdewamkirina têkoşîma Mam Zekî Şengalî hate dayîn.

Taziya Şengalî bi merasîmekê bi dawî bû
22 tebax, 2018   15:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Serdeşta Çiyayê Şengalê taziya Endamê Kordînesyona Civata Êzidî Mam Zekî Şengalî ku di 15'ê Tebaxê de di êrîşek hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, di roja 5'emîn de bi merasîmekê bi dawî bû. Gelek nûnerên partî û rêxistinan û kesayetên olî û welatî ji Şengal, Başûr û Rojavayê Kurdistanê  beşdarî merasîmê bûn. Herwiha  KCK'ê û rêxistinên din peyam  şandin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştre li ser navê Meclîsa Xweseriya Şengalê (MXŞ) Hîwam Heco axivî û diyar kir ku ji ber ku dizanîn Mam Zekî timî tifak û yekîtiya civaka Êzidî dixwest kirin hedef û got ku wê armanc û xeyalên Şengalî pêk bînin.

'Destê nêzî Şengalê bibe em ê qût bikin'

Herwiha li ser navê Êzidiyên Wargeha  Newroz  jî Seed Kebal ji axivî û got; "Em ji dijmin re  dibijin ku wê nikaribin  civaka me bi tenk û topên xwe tina bikin. Ev şer şerê tirsonaka ye.  Destê nêzîkî Şengalê bibe emê wî destî qût bikin.  Mam Zekî li dilê her kesên azadîxwaz de ye.  Em ê tola mamê xwe li erdê nehêlin."

Qaymeqamê  Şengalê Fehad Hemad  ji di merasîmê de axivî û eşkere kir ku Mam Zekî bû stûna tifaqa civaka Êzidî û got; "Piştî şehedata Mam Zekî gelê Şengalê soz deya ku şopdarên rêya mamê xwe bin. Bi salan  pir kes dihatin Şengalê û xwe berpirsayarê civaka me didiît, lê bi erka xwe reradibûn. Lê, Mam zekî bi kar û xebata xwe bi rastî û tifaqa ku deyî gelê xwe bûye Mam Zekî Şengalî."

'Kesên bêdeng hevkarî kirine'

Endama Konseya  KCK'ê Sozdar Avesta ji bo merasîmê peyamek şand. Di peyamê de wiha tê gotin; "Hûn îro kom bûne di bin konê ser saxiyê yê Mam Zekî Şengalî de, ez li ser navê tevgera me,  we tevan silav dikim, di serî de em tevahiya şehîdan bi bîrtînin û em soza xwe dûbara dikin, dostên hêja hevalên bi rûmet, weka her kes di zane ku di 15' Tebaxê de bi êrîşeka namerdî de Mam Zekî hate hedef girtin, em baş dizanin ku ev yek ne bitenê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye, kesên bêdeng hevkarî kirine. Em dizanin ku gelê me dibin fermana  re derbas bûye lê, cardin birînên gelê me nû kirin. Mam Zekî û hevalên wî ji bo ku ferman bi ser nekeve cihê xwe di vir de girtine, ger pêwîst bike emê bi dehên caran wan rêbikin û şehîdan jî bidin heya ku gelê me cardin di fermanan re derbas nebe. Gelê me gelek caran dibin êrîşan re derbas bûye, lê wê tu caran hêzên me nehêlibin ku gel rû bi rûyê qirkirinan re were. Niha gelek hêzên me hatine avakirin û doza xwe nas kirine ji ber wê me hêzên xwe ji vir derxistin, ji xwe her kesî dizanî dema me hêzên xwe ji vir kişandin çawa bû me rondikê her kesî dîtin. Ji ber ku êrîş li ser gelê me dewam nekin me hêzên xwe ji vir derxistin.

'Divê bûyer derkeve holê'

Gerek em li ser vê êrîşê baş bixebitin heta ku em bizanibin ku ev êrîş çawa pêk hatiye û destê kê têde heye. Mamê me dizanî ku galê wî çawa di qirkirinan re derbas dibe, lewma di vê xetê de oxira xwe da. Ger Iraq û Herêma Kurdistanê  ev yek erê nekiribana tu kesî nedikarî van êrîşan bîne ser gelê me. Divê ew kesên di salvegera Koço de amadebûyîn vê bûyerê  derxin holê. Ez bang li we tevan dikim ku bi xewn û xiyalî Zekî rabin û bi serbixin."

Ji Laleşa pîroz peyam

Ji Laleşa Pîroz jî li ser navê Meclîsa Rûhanî Babe Şêx peyam şand. Di peyamê de wiha tê gotin; "Em sersaxiyê ji tevaya gelê Êzidî re dixwazin û em bi hêvîne gelê me Yekîtiya xwe xurt bike û bibin yek. Mam  zekî Şengalî kesek bû ji bo tifaqa gelê Êzidî bi berdewamî kar dikir. Em sersaxiyê ji herkesê re daxwazin û xwedê Mam Zekî birehimîne."

'Êrîşa li ser Mamê civakê berdewamiya fermanan bû’

Li ser navê YBŞ'ê Mezlûm Şengalî axivî û wiha got: "Di keseyata Mam Zekî de hemû şehîdan bi bîr tînin. Êrîşa li ser Mamê civakê berdewamiya fermanan bû. Beriya 4 sala li gundê Koço fermana qetil kirina mirovehiyê bû, li ser wî asasî Mam Zekî li Koço hezir bû, lê dijmin xwest wê rojê zindî bike. Hedefgirtina Mam Zekî hedefgirtina tevahiya civaka me ye. Lê bila dijmin baş bizanibe di pirtûka me gav paşde avêtin nîne. Heta Şengalek azad û xweser wê têkoşîn bidome."

Her wiha li ser navê oldarên Şengalê Faxir Xelef, li ser navê Partiya Pêşvero Hesen Qasim, li ser navê Mala Êzidiyan a Rojavayê Kurdistanê Mehmûd Şengalî axivîn û li ser navê jinên Şengalê Şemê Remo axivîn  û sersaxî j gelê Êzidî û malbatê re xwestin.