Koçberên li Reqayê: Cejn hatiye û alîkarî kêm in

Koçberên nêzî mezreya Yerub a Reqayê bi cih bûne, ji ber kêmderfetan û neşandina alîkariyan bi gazinc in.

Koçberên li Reqayê: Cejn hatiye û alîkarî kêm in
Koçberên li Reqayê: Cejn hatiye û alîkarî kêm in
Koçberên li Reqayê: Cejn hatiye û alîkarî kêm in
Koçberên li Reqayê: Cejn hatiye û alîkarî kêm in
Koçberên li Reqayê: Cejn hatiye û alîkarî kêm in
Koçberên li Reqayê: Cejn hatiye û alîkarî kêm in
Koçberên li Reqayê: Cejn hatiye û alîkarî kêm in
22 tebax, 2018   13:22

EMAR EL-XELEF / REQA

Koçberên ji Hema, Humis û Tedmurê ji ber şerên li herêmên wan rû didin, xwe li nêzî Mezreya Yerub a gundewarên rojavayê Helebê bi cih bûn. Li vir zêdeyî hezar û 500 kes di çadiran de jiyan dikin, piraniya wan  zarok, jin û kesên bi temen in.

Koçber ji ber kêmbûna derferan û neşandina alîkariyan nemaze ku Cejna Qurbanê hatiye.

Koçber dibêjin di nav koçberan de nexweşî mîna laşmanyayê belav dibin û diyar dikin ku piraniya nexweşiyan ji ber nebaşiya xwarinê û qirêjbûna avê ye.

Koçberê bi navê Ehmed El-Salim dibêje, "Ji berê kiryarên rêjîma Sûriyeyê û rûxandina malên me ev reviyan û hatin herêmên ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine rizgarkirin, me çadir li vir vedan ji ber ku nêzî avê."

Ehmed El-Salim her wiha destnîşan dike ku ew di rewşên pirzehmet re derebas dibe û vî tiştî têne ziman, "Zarokên me daxwaza cilan dikin, lê em nikarin bikirin, xwarin kêm e. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariyan bişînin."

ANHA