Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan hate pîrozkirin

Li bajarê Minbicê û gundewarên wê, li navçeya Eyn Îsa û gundên wê û li Girê Spî cejna Qurbanê li malbatên şehîdan hate pîrozkirin.

22 tebax, 2018   10:58

MINBIC / GIRÊ SPÎ

Eyn Îsa

Şandeyek ji Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Mala Jinan, Şaredariya Gel, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê bi boneya cejna Qurbanê serdana malbatên şehîdan kir û cejna wan pîroz kir. Serdan îro ji gundê Fatise, Dilûk, Şêx Hesen, Ebû Sûse, Cib Şeîr û Xibet Hedlê dest pê kir. Şande wê li hemû malbatên şehîdan bigere û cejna wan pîroz bike.

Girê Spî

Li Girê Spî jî bi heman armancê saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl û leşkerî serdana malbatên şehîdan kir û di serdanê de şandeyê tekez kir ku tiştên şehîdan kirine nayên jibîrkirin. Serdan li gel malbatên şehîdan didomin.

Minbic

Li Minbicê jî Saziya Malbatên Şehîdan 4 şande ava kirin û dest bi serdana malbatên şehîdan kir. Şandeyên ku hatin avakirin, ji endamên Saziya Malbatên Şehîdan û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê pêk tên. Şande di serdana malbatên şehîdan de, tekez dikin ku Minbic bi saya şehîdan ji terorê û zilmê hate rizgarkirin.

(kc)

ANHA