Dayîka welatparêz Edle hate oxirkirin

Cenazeyê dayîka welatparêz Edle Mûrad îro bi merasîmekê li gel kurê xwe yê şehîd(Ferhad Hiso) li gundê Girbawiyê yê girêdayî kantona Qamişlo hate veşartin.

Dayîka welatparêz Edle hate oxirkirin
Dayîka welatparêz Edle hate oxirkirin
Dayîka welatparêz Edle hate oxirkirin
Dayîka welatparêz Edle hate oxirkirin
Dayîka welatparêz Edle hate oxirkirin
Dayîka welatparêz Edle hate oxirkirin
Dayîka welatparêz Edle hate oxirkirin
22 tebax, 2018   10:08

QAMIŞLO

Îro bi sedan ji şêniyên kantona Qamişlo, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên civaka sivîl a herêma Cizîrê tevlî merasîma oxirkirina Edle Mûrad Mihemed bûn.

Dayika Edla Mûrad, li gundê Ebû Rasên (Girbawî ) sala 1951‘î de ji dayik bûye, hevjîna şehîdê Rêveberê PYD û TEV-DEM‘ê Hiso yê ku di 2013‘an de di encama teqîna li dijî erebeya wî de  şehîd bû.

Edla Mûrad, dayika du şehîdan e, şehîd Ferhad ê ku di 21‘ê Tebaxa 2005‘an li herêma Trabzonê li Çiyayê Kurdistanê şehîd bû, Şehîd Orhan ê ku di êrîşa çekdarên PDK‘ê ya li ser  herêma Xanesorê ya Şengalê 3‘ê Adara 2017‘an şehîd bû û xwişka şehîda Hebûn Qamişlo ye.

Karwanê cenaze ji mizgefta El-Hisên a taxa El-Kornîş a bajarê Qamişlo ber bi gundê Girbawiyê ve rêket. Darbesta Edel Mûrad bi ala TEV-DEM`ê hatibû pêçandan.

Li gundê Girbawiyê jî bi sedan kes li wir li benda cenaze bûn.

Piştî cenazeyê Edle li rex kurê xwe yê şehîd Ferhad hate veşartin, Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Silêman Ebû Bekir axivî û sersaxî ji malbata Edle re xwest û ev tişt got:ʺEv malbat ji malbatên destpêkê û damezrêner a PYD`ê bûn. Di oxira rizgarkirina Kurdistanê ji dagirkeran, gelek bedel dan. Vê malbatê mîrasekî welatparêzî û têkoşîneke tiji li peyî xwe hîşt.ʺ

(kc)

ANHA