Îro merasîma sersaxiyê ya Mam Zekî bi girseyî dawî dibe

Merasîma sersaxiyê ya li Şengalê ji bo Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ev 5 roj bû hatiye vedan, wê îro bi awayeke girseyî û bi belavkirina xêrê bi dawî bibe.

Îro merasîma sersaxiyê ya Mam Zekî bi girseyî dawî dibe
Îro merasîma sersaxiyê ya Mam Zekî bi girseyî dawî dibe
Îro merasîma sersaxiyê ya Mam Zekî bi girseyî dawî dibe
Îro merasîma sersaxiyê ya Mam Zekî bi girseyî dawî dibe
Îro merasîma sersaxiyê ya Mam Zekî bi girseyî dawî dibe
Îro merasîma sersaxiyê ya Mam Zekî bi girseyî dawî dibe
22 tebax, 2018   09:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Ev pênc roj bû li navçeya Serdeştê ya çiyayê Şengalê konê sersaxiyê ji bo Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî hatibû vedan, wê îro bi  tevlîbûneke girseyî bi dawî bibe.

Komîteya Amedekar ya sersaxiyê ji bo tevlîbûna merasîma îro ya ji bo Mam Zekî Şengalê vexwendinname ji bo gelek kesayet, partî û pêkhateyên parêzgeha Nînowa û Şengalê.

Ji ber roja dawî ya sersaxiyê ye îro gelê Şengalê ref bi ref diherikin cihê sersaxiyê.

Di van saetan de Mala Êzidiyan a Amûdê ya Kantona Cizîrê jî îro gihîşt Şengalê wê tevlî merasîma bi dawî bûna konê sersaxiyê bibe.

Îro wê beşdarvan peyamên xwe yên sersaxiyê û piştgiriya bi gelê Şengalê re dibin konê sersaxiyê de bidin.

Di dawiya merasîmê de jî wê xêr li ser gelê Şengalê yên di merasîmê de amadebûne were belavkirin.

Îro malbata Mam Zekî Şengalî ku ji bo tevlî merasîmê bibin hatibûn Şengalê peyama xwe dan û xatir ji gelê Şengalê xwestin.