Germa zêde nexweşiyê belav dike

Navenda Tenduristiyê ya li kampa Erîşa ya koçberan a dikeve başûrê bajarê Hesekê rojane derdora 350 nexweşan pêşwazî dike, piraniya nexweşan jî ji ber germê nexweş ketin. Navend jî bi derferên heyî nexweşan derman dike.

Germa zêde nexweşiyê belav dike
Germa zêde nexweşiyê belav dike
Germa zêde nexweşiyê belav dike
Germa zêde nexweşiyê belav dike
Germa zêde nexweşiyê belav dike
Germa zêde nexweşiyê belav dike
22 tebax, 2018   05:53

DILSOZ DILDAR – NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Li herêmên Bakurê Sûriyeyê îsal pileya germê pir bilind e ku dibe sedema nexweşiyan. Koçberên kampa Erîşayê li gel kêmderferan ji germa zêde bêzar dibin.

Koçberê bi navê Elî Ezedîn li kampê dijî. Ezedîn diyar dike ku ji ber germa zêde ew bi nexweşiya tîfo ketiye, bi taybet ku cihê li dimînin çol e û pir germ e.

Koçbera bi temen Beraa Hisên jî tîne ziman ku ew ji beriya 4 rojan bi nexweşiya tayê girtiye, rojane serî li navenda tenduristiyê dide û wiha dibêje: "Ez ji ser hişê xwe çûm, ez anîm vir da ku tedawî bibin, ez niha li benda dora xwe me. Bi hêvî ku navend li me miqate be."

Navneda tenduristiyê ji 4 beşan pê tê; destwerdana lezgîn, hudirîn, zarok û jin. Li gorî rêveberên navendê rojane derdora 350 nexweş serî li navendê didin, piraniya wan jin û zarok in û bi nexweşiyên nefesî û tayê dikevin.

Endamê Heyva Sor a Kurd Ciwan Ebdo anî ziman ku ew 24 saetan dixebitin û nexweşan pêşwazî dikin. Ebo destnîşan kir ku sedema hejmara nexweşan a zêde kêmbûna zanebûnê û germa zêde ye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 1‘ê Hezîrana 2017‘an de kampa Erîşayê li Hesekê vekir.

(bb/ew)

ANHA