Li kampên Şehba û Şêrawayê goşt hate belavkirin

Saziya OIî ya Rojava û Civaka Îslamî ya Kurdistanî goşt li her çar kampên li herêma Şehbayê û navçeya Şêrawa belav kirin.

Li kampên Şehba û Şêrawayê goşt hate belavkirin
Li kampên Şehba û Şêrawayê goşt hate belavkirin
Li kampên Şehba û Şêrawayê goşt hate belavkirin
Li kampên Şehba û Şêrawayê goşt hate belavkirin
Li kampên Şehba û Şêrawayê goşt hate belavkirin
Li kampên Şehba û Şêrawayê goşt hate belavkirin
Li kampên Şehba û Şêrawayê goşt hate belavkirin
Li kampên Şehba û Şêrawayê goşt hate belavkirin
Li kampên Şehba û Şêrawayê goşt hate belavkirin
21 tebax, 2018   11:08

ŞEHBA

Bi boneya cejna Qurbanê, Saziya OIî ya Rojava û Civaka Îslamî ya Kurdistanî ji bo destekdayîna madî û manewî ji bo şêniyên Efrînê yên ku neçar man ji malên xwe derkevin, goşt li şêniyên Efrînê yên di kampên Şehba û navçeya Şêrawa de belav kir.  Goşt li kampên Berxwedan, Serdem û Efrîn ên li Şehbayê û li kampa Şehbayê li navçeya Şêrawa hate belavkirin.

Ji aliyekî din ve jî, pere li 700 malbatên efrînî yên li herêma Şehbayê û kantona Efrînê hate belavkirin. Xebatên belavkirinê ji aliyê Heyva Sor a Kurd û komînan ve pêk hatin.

Têkildarî mijarê, Saziya Olî û Civaka Îslamî ya Kurdistanî daxuyaniyek da. Daxuyanî li Kampa Berxwedan bi amadebûna nûnerên saziyên civaka sivîl, endamên Heyva Sor a Kurd û hevserokên komînan hate dayîn.

Di daxuyaniyê de cejn li hemû misilmanan hate pîrozkirin û bang li hemû rêxistinên mirovî û olî hate kirin ku çavê xwe li hemberî tiştên li Efrînê dibin, negirin.

(kc/ew)

ANHA