Êzidî û Suryanan cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz kir

Êzidî û Suryanên navçeya Tirbespiyê cejna Qurbanê li malbatên şehîdan û alema îslamê pîroz kir.

Êzidî û Suryanan cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz kir
Êzidî û Suryanan cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz kir
Êzidî û Suryanan cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz kir
Êzidî û Suryanan cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz kir
Êzidî û Suryanan cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz kir
Êzidî û Suryanan cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz kir
Êzidî û Suryanan cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz kir
Êzidî û Suryanan cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz kir
Êzidî û Suryanan cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz kir
21 tebax, 2018   10:04

KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Li tevahiya cîhanê misilman cejna Qurbanê pîroz dikin. Li herêmên Bakurê Sûriyeyê û taybet rojavayê Kurdistanê misilman serdana goristanan û bi taybet goristanên şehîdan dikin. Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê, Êzidî û Suryanên navçeyê bi misilman re serdana Goristana Şehîd Dilşêr kir û cejna wan pîroz kir.

Hediye Şemo ya Êzidî ku wê jî serdana goristanê kiribû, cejna Qurbanê li tevahiya misilmanan û taybet li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Hediye da zanîn ku hemû ol û pêkhateyên herêmê bi hev re dijin û ev yek jî bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd e û wiha pê de çû: ʺSerdana me bi birayên me yên misilman re li goristanê, îsbat dike ku êdî fikrên Ocalan pêk tên û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên navçeyê de, zindî ye.ʺ

Hediye Şemo bi lêv kir ku ew wekî Êzidî hatin goristanê da ku cejna malbatên şehîdan pîroz bikin û serdana goristanên şehîdan bikin.

Corc Yûsif ê ji pêkhateya Suryan tekez kir ku tevlêbûna Êzidî û Suryanan di cejna Qurbanê li rex birayên xwe yên misilman, îsbat dibe ku jiyana hevbeş li herêmê heye û ew wekî gelê Suryan vê cejnê li hemû gelên herêmê pîroz dikin. Yûsif di dawiya axaftina xwe de got ew wek Suryan û Êzidî wê serdana malbatên şehîdan û misilmanan bikin û cejna wan pîroz bikin.

(kc)

ANHA