HPG: Li Şemzînanê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li navçeya Şemzînanê 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG: Li Şemzînanê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
21 tebax, 2018   11:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 20'ê Tebaxê saet 20:30'î li navçeya Şemzînana Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Şehîd Serhed herêma Govendê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Artêşa TC a dagirker 18'ê Tebaxê li derdora herêmên Xaçalî, Rengul û Balli Mezra yên navenda Dersimê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di operasyonê de balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên bi tîpa Kobra jî hatin bikaranîn. Operasyon heman rojê qediya. Artêşa TC a dagirker di dema operasyonê de bi zanebûn agir berda gelek herêmên daristanî. Şewata li herêmê hîn jî dewam dike.

Êvara 18'ê Tebaxê, artêşa TC a dagirker li herêma Şehîd Amed û Şehîd Axîn a Mûşê dest bi operasyonê kir. Operasyon roja 20'ê Tebaxê bi rengekî bê encam qediya."