Şêniyên Helebê rûxandina goristanan şermezar kir

Şêniyên Helebê ku serdana goristana şehîdan a li Qada Şehîd Ebû Şiyar kir, xerabkirina goristanên şehîdan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve şermezar kir û soza rizgarkirina Efrînê careke din nû kir.

Şêniyên Helebê rûxandina goristanan şermezar kir
Şêniyên Helebê rûxandina goristanan şermezar kir
Şêniyên Helebê rûxandina goristanan şermezar kir
Şêniyên Helebê rûxandina goristanan şermezar kir
Şêniyên Helebê rûxandina goristanan şermezar kir
Şêniyên Helebê rûxandina goristanan şermezar kir
Şêniyên Helebê rûxandina goristanan şermezar kir
Şêniyên Helebê rûxandina goristanan şermezar kir
Şêniyên Helebê rûxandina goristanan şermezar kir
21 tebax, 2018   08:04

HELEB

Bi boneya roja yekê ya cejna Qurbanê, bi sedan şêniyên ji bajarê Helebê tevî şervanên xwe, berê xwe da Qada Şehîd Şiyar a taxa Seken Şebabî ku gorên hin şehîdan lê ne.

Li qadê, piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Îtan Reşo û bi navê Fermandariya Giştî ya YPG`ê Ziyad Xemgîn axaftin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku şehîdan bi rihê xwe rêya azadiyê ji gel re vekir û bi saya wan îro şoreş gihaşt vê astê. Her wiha di axaftinan de soz hate dayîn ku ji bo rizgarkirina Efrînê ew ê her tiştî bikin û wê careke din dayik serdana gorên keç û xortên xwe yên şehîd bikin.

Piştî axaftinan, gel cejna hev pîroz kir û hêvî kirin ku cejna sala tê bibe cejna serkeftina li dijî zalim û dijminan.

Dayikên şehîdan jî ji ajansa me re axivîn û rûxandina goristanên şehîdan li Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şermezar kirin.

Dayikan ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî xwest destwerdanê bikin û sînorekî ji kiryarên bêexlaqî der heqê goristanên şehîdan de, deynin.

(kc)

ANHA