Çandinî li Til Berakê geş dibe

Çandinî li navçeya Til Berak îsal bi awayekî berbiçav bi pêş ketiye. Komîteya Çandiniyê ya Til Berakê jî ji ber wê piştgiriya cotkaran dike.

Çandinî li Til Berakê geş dibe
Çandinî li Til Berakê geş dibe
Çandinî li Til Berakê geş dibe
Çandinî li Til Berakê geş dibe
Çandinî li Til Berakê geş dibe
Çandinî li Til Berakê geş dibe
21 tebax, 2018   07:34

RÊNAS REMO - MEDYA ELÎ / QAMIŞLO

Navçeya Til Berak di dawiya 2015'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Piştî wê bi saya birêxistinkirina saziyên sivîl û ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve çandinî li navçeyê geş dibe. Komîteya Çandiniyê ya navçeyê piştgiriya cotkaran dike. Pêwîstiyên wan ji derman, tov û sotemeniyê peyda dike.

Qadên çandiniyê 5 qatan zêde bûn

Di sala borî de qadên ku bi pembo û sebze hatine çandin, 2 hezar donim bûn. Lê piştî destekdayîna Komîteya Çandiniyê, îsal 10 hezar donim zevî hatin çandin. Komîteya Çandiniyê destpêka vê salê tovên genim û ceh, bi deyn, heta dawiya salê li cotkaran belav kir. Miqdara tovên genim 31 ton û ceh jî 55 ton bûn.

Cotkarên navçeya Til Berakê beriya du mehan pembo û sebzeyên havînê çandin. Ji aliyê xwe ve Komîteya Çandiniyê ya navçeyê li gorî derfetên heyî, 182 ton semad yorya û 4 hezar û 500 ton semadên axî ji cotkaran re bi deyn pêşkêş kirin. Her wiha ji bo avdanê jî sotemenî bi awayekî asayî li ser cotkaran belav kir.

Daxwaza peydakirina dermanên li dijî kurmika pembo

Cotkarê bi navê Ehmed Ismaîl ji cotkarên pembo yên navçeya got ku li Til Berakê çandinî bi pêş ketiye. Her wiha bang li rêveberiyên saziya çandiniyê kir ku miqdarên mezin ên sotemenî ji wan re pêşkêş bikin û dermanên li dijî kurmikên pembo ji wan re peyda bikin.  

Endama rêveber ê Komîteya Çandiniyê û Sewalan a navçeya Til Berakê Nede Behlewî diyar kir ku wan ji bo pêşxistina çandinî û zêdekirina berheman û bicihanîna pêwîstiyên navçe û deverên girêdayî wê ji bo sebze û pembo planek daniye. Li gorî planê komîte pêwîstiyên cotkaran ji derman, semad, tov û sotemenî peyda dike.

Her wiha Nede Behlewî diyar kir ku wan ji bo peydakirina pêwîstiyên cotkaran li gundên Eta, Simêhan Rojhilat û Wesîhe 3 navendên çandiniyê vekirine.

Ji bo teşwîqkirina çandina daran, Komîteya Çandiniyê ya navçeya Til Berakê darên berhemdar û daristanî bi erzanî li ser cotkaran belav kirin. Hejmara darên berhemdar ku hatin belavkirin, 2 hezar û 500 e.

Neda Behlewî bang li Desteya Aborî kir ku bi armanca zêdekirina qadên çandiniyê, miqdara madeya mazotê ya ku hatiye diyarkirin, zêde bike.

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Til Berakê ji bo her donimek zevî 40 lître mazot pêşkêş dike. Ji aliyê xwe ve cotkar û Komîteya Çandiniyê yên navçeyê ji Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê daxwaz kir ku miqdara mazotê heta 100 lîtreyan zêde bike.

(şx/ew)

ANHA