Malbatên şehîdan ên ji Efrînê: Em ê têkoşînê heta rizgarkirinê bidomînin

"Şehîd pêşengên me yên madî û manewî ne, her tim di dilê me de ne..." Bi vê hevokê şêniyên kantona Efrînê, di nav de malbatên şehîdan, pêşwaziya cejnê dikin, lê ji serdana gorên zarên xwe yên şehîd mehrûm in. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gorên şehîdan ên li Efrînê dirûxînin.

Malbatên şehîdan ên ji Efrînê: Em ê têkoşînê heta rizgarkirinê bidomînin
21 tebax, 2018   07:14

ŞERVÎN MISTEFA / ŞEHBA

Îro cejna Qurbanê ye. Şêniyên Efrînê her sal cejn li ser xaka xwe û di nav xizmên xwe de pêşwazî dikir. Lê ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser herêmê neçar man berê xwe bidin Şehbayê, ev du cejn in di ser şêniyên Efrînê re derbas dibin ku ji ayîn û hewaya cejnê dûr bikevin.

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi kuştin, wêrankirin û koçberkirina sivîlan sînordar nema, lê di demên dawîn de her sê goristanên şehîdan (Şehîd Seydo ya herêma Cindirêsê, Şehîd Refîq a li Şera û Şehîd Avesta ya li bajarê Efrînê) rûxandin. Li gel dûrketina ji waran jî şênî ji serdana gorên zarên xwe yên şehîd bê par man.

Girêdayî mijarê hejmarek malbatên şehîdên Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Bavê Receb Xelîl topbarana dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê û hedefgirtina şehîdgehan û binpêkirinên wan ên neexlaqî û ne mirovî şermezar kirin û tekez kir ku ew şehîdên wan di dilê wan de ne.

Ji aliyê xwe ve Nazliyê Mistefa xwişka şehîdekî Efrînê ye got:"Dagirkera Tirk û çeteyên wê em ji serdana gorên şehîdan mehrûm kirin. Hemû şehîd ewladên me ne, ji ber wê em ê serdana gortistana şehîdan a navçeya Ehrezê bikin û em ê şehîdên azadiyê yên ku ji bo parastina ax, gel û rûmetê xwe canê xwe feda kirin, bi bîr bînin."

Her wiha dayika Subhan Hisên hevjîna şehîdekî Berxwedana Serdemê ye û diyar kir ku ew tevî zarokên xwe sibeha her cejnê û di destê wan de gul û kulîlk serdana gora hevjînê xwe dikir û ew jî hindek azarên wan ji ber dûrbûna wî kêm dikir. Lê niha ji ber dagirkirina Efrînê nikarin vê ayînê bi cih bînin û wiha got: "Em bawer in ku em ê ji nû ve vegerin axa Efrînê ya pak. Ji ber ku şêniyên Efrînê dest ji xwîna şehîdên xwe bernadin û dê têkoşîna wan heta rizgarkirina Efrînê bidome."

(şx/ew)

ANHA