Ciwanên Êzidî: Li hemberî komploya li ser Şengalê em ê bisekinin

Ciwanên Êzidî yên Şengalê li dijî êrîşa li ser Şengalê û şehîdxistina Zekî Şengalî soza tolhildanê da û diyar kir ku  DAIŞ û dewleta Tirk ji hev ne dûr in.

Ciwanên Êzidî: Li hemberî komploya li ser Şengalê em ê bisekinin
21 tebax, 2018   07:13

ŞENGAL

Ciwanên Êzîdxanê têkildarî êrîşa hewayî ya 15‘ê Tebaxê ya ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Şengalê ku di encamê de endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî hate şehîdxistin, ji ajansa me re axivîn. Ciwanan êrîş bi tundî şermezar kir û soz da ku ew ê têkoşîna Şengalî berdewam bikin.

Yek ji ciwanên Êzîdxanê Sebîha Sebrî, got di salvegera bîranîna şehîdên komkujiya gundê Koço de hedefgirtina Mam Zekî ne tesaduf e û wiha axivî: “Mam Zekî bavê mezin ê Êzidiyan bû. Bi taybet ji bo ciwanan mamoste bû, her tim gel bi rêxistin dikir da ku bibe xwedî îradeya bi hêz."

Sebîha anî ziman ku şehîdên komkujiya gundê Koço qurbaniyên îxanetê bûn, ev îxanet dîsa di kesayeta Mam  Zekî de xwe dubare dike û wiha dewam kir: "Şehadeta Mam Zekî bandoreke mezin li ser me kir, em ê têkoşîna wî berdewam bikin ta hêviyên wî yên pêşxistina Rêveberiya Xweser a Şengalê bi cih bînin."

Di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de ferq nîn e

Sehîba di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku di navbera êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên 2014‘an li ser Şengalê û êrîşa li dijî Mam Zekî de feiq nîn e û got Mam Zekî di rêxistina gelê Êzidî de roleke mezin da meşandin ji ber wê jî komplo di şexsê Mam Zekî de vîna gelê Kurd û civaka êzidî dike hedef.

Yek ji ciwanên Êzîdxanê Ehmed Berekat jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku ciwanên Êzîdxanê dê tola Mam Zekî hilînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî ciwanên Êzidî em kesên xayîn efû nakin, PDK‘ê dîsa bi me re xayîntî kir. Ji xwe dîroka wan bi îxanetê tijî ye, di her komployeke li hemberî Kurdan tê kirin de destê PDK‘ê heye."

Gelê Êzidî xwedî îrade ye

Ehmed Berekat bertek nîşanî PDK’ê da û wiha got: "Em ji we re dibêjin êdî bes e, gelê Êzidî ne wekî berê ye. Ji ber ku civaka Êzidî, bi taybet ciwanên êzidî bûne xwedî îrade û dikarin ji her êrîş ku xaka Şengala pîroz dike hedef bibin bersiv."

Zehra Silêman jî der barê mijarê de got ku Mam Zekî di nav civaka Êzidî de xwedî cihekê girîng e, ew piştî komkujiya 2014’dan de hat Şengalê, li kêleka gel sekinî û ew bi rêxistin kir.

Zehra anî ziman ku 15’ê Tebaxê di dîroka Êzidiyan de rojeke reş e û wiha got: "Di vê rojê de bi sedan Êzidî bûne qurbaniyên êrîşa çeteyên DAIŞ û xiyaneta PDK‘ê. Dîsa jî di vê rojê de Mam Zekî Şengalî ku yek ji sembolên yekitiya gelê Êzidî ye, bi komloyekê hate şehîdxistin."

Zehra Silêman wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke PDK‘ê û hikumeta Iraqê di bêdengiya xwe ya li hemberî şehîdxistina Mam Zekî de berdewam bikin ev yek dide diyarkirin ku ew jî di komployê de hevkar in. Em tekez dikin ku em bê deng nemînin û li hemberî vê komployê tolê rakin."

(bb/ew)

ANHA