YPG û YPJ‘ê bi boneya cejnê xwarin ji malbatên şehîdan re amade kir

YPG û YPJ‘ê wekî desteka manewî ji bo malbatên şehîdan bi boneya Cejna Qurbanê ew vexwendin xwarinê.

YPG û YPJ‘ê bi boneya cejnê xwarin ji malbatên şehîdan re amade kir
YPG û YPJ‘ê bi boneya cejnê xwarin ji malbatên şehîdan re amade kir
YPG û YPJ‘ê bi boneya cejnê xwarin ji malbatên şehîdan re amade kir
YPG û YPJ‘ê bi boneya cejnê xwarin ji malbatên şehîdan re amade kir
YPG û YPJ‘ê bi boneya cejnê xwarin ji malbatên şehîdan re amade kir
20 tebax, 2018   19:57

HELEB

Xwarin li matbexa YPG û YPJ‘ê ji aliyê jinên taxa Şêxmeqsûdê, endamên komînan û Kongreya Star ve hat çêkirin.

Piştî çêkirina xwarinê, şervanan malbatên şehîdan vexwendin sifura xwarinê ku li hola Şêxmeqsûd hatibû danîn. Li vir ji fermandarên YPG‘ê Qadir Cûdî Cejna Qurbanê li şehîdan û malbatên wan pîroz kir û got, "Me dixwest bi vê munasebetê, serdama malbatên şehîdan yek bi yek bikin, lê ji ber derferên me zêde nebûn, em li vir kom bûn, da ku cejnê bi hev re pîroz bikin, ji ber ku em ji we hêz û moralê digirin û ji wan re dibêjin em şopdarên xeta şehîdan ta armancên wan bi cih bînin."

Şervanan malbatên şehîdan vexwedin ser sifura xwarinê.

(bb)

ANHA