Gorên şehîdên Berxwedana Serdemê di şeva cejnê de ronî ne

Bi sedan şêniyên Efrînê bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristana Serdem a navçeya Ehrisê kirin.

Gorên şehîdên Berxwedana Serdemê di şeva cejnê de ronî ne
Gorên şehîdên Berxwedana Serdemê di şeva cejnê de ronî ne
Gorên şehîdên Berxwedana Serdemê di şeva cejnê de ronî ne
Gorên şehîdên Berxwedana Serdemê di şeva cejnê de ronî ne
Gorên şehîdên Berxwedana Serdemê di şeva cejnê de ronî ne
20 tebax, 2018   19:43

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên gund, navçe û kamp ên herêmên Şehbayê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê  ya li navçeya Ehirsê kom bûn, piştî deqeyek rêzgirtin daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê zarokên şehîdan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em şehîdên xwe di bin axê de venaşêrin, em di dilê xwe de wan vedişêrin.

Di daxuyaniyê de her wiha, binpêkirinên dewleta Tirk ên ser Efrînê û rûxandina gorên şehîdan, her wiha bêdengiya raya giştî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li rêxstinên hiqûqî hatin kirin ku zêdegaviyên Tirkiyê bi sînor bikin û dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bike da ku Efrînê vegerin warên xwe û serdana gorên zarên xwe yên şehîd bikin.

Şêniyan di nava dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û dilsoziyia bi şehîdan re find li ser gorên şehîdên Berxwedana Serdemê vêxistin. Her wiha navê Efrînê bi fendan xêz kirin.

(bb)

ANHA