Şêniyên Tebqa û Minbicê cejna şehîdên xwe pîroz dikin

Bi boneya Cejna Qurbanê û ji bo bîranîna şehîdan, şêniyên bajarên Minbic û Tebqayê serdana goristanên şehîdan kirin û find li ser gorên şehîdan vêxistin.

Şêniyên Tebqa û Minbicê cejna şehîdên xwe pîroz dikin
Şêniyên Tebqa û Minbicê cejna şehîdên xwe pîroz dikin
Şêniyên Tebqa û Minbicê cejna şehîdên xwe pîroz dikin
Şêniyên Tebqa û Minbicê cejna şehîdên xwe pîroz dikin
20 tebax, 2018   19:20

MINBIC

Bi boneya Cejna Qurbanê, bi sedan şêniyên Minbicê, hevserokê Meclisa Zagonsaz Farûq El-Maşî, hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr El-Şêxo û Fermendarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil serdana goristana Şehîdên Minbicê ya ku dikeve başûrê rojavayê bajêr kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, şêniyan ji bo bîranîna şehîdan find li ser gorên şehîdan vêxistin.

TEBQA

Li Tebqayê jî malbatên şehîdan, şervanên YPJ'ê, hevseroka Meclisa Zagonsaz a herêma Tebqayê Rewşen Hemê serdana goristana şehîdan a bajarê Tebqayê kirin.

Malbatên şehîdan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Sibê li seranserî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dê serdana goristanên şehîdan werin kirin.

(şx)

ANHA