Du welatiyên din ên Efrînê hatin revandin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê du welatî ji gundê Girzîle yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bê sedem revandin

Du welatiyên din ên Efrînê hatin revandin
20 tebax, 2018   09:37

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Girzîle ji ajansa me re ragihand ku artêşa tirk dagirker û çeteyên wê welatiyên bi navê Ednan Olo Newaf (31) û Arif Xoce (25)  duh bê sedem revandin.

Heman çavkanî got dagirkeran her du welatî êşkence kirin û ew kirin erebeya lşekerî û birin cihekî ne diyar. 

Çavkanî da zanîn ku dagirkeran sedema revandin her du welatiyan negot, lê tê texmîn kirin ku sedema xwestina peran ji xwediyên kesên ku hatine revandin.

Ji roja ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, kiryarên wekî revandin, kuştin û hwd li dijî sivîlên Efrînê pêk tîne.

(kc)

ANHA