Aliyekî pêşwazîkirina welatiyên Firatê ji cejna Qurbanê re

Bi boneya cejna Qurbanê kolan û bazarên bajarên herêma Firatê bi welatiyan hatin dagirtin. Hêzên Asayîşê jî tedbîrên ewlehiyê digirin û aramiya li herêmê diparêzin.

Aliyekî pêşwazîkirina welatiyên Firatê ji cejna Qurbanê re
Aliyekî pêşwazîkirina welatiyên Firatê ji cejna Qurbanê re
Aliyekî pêşwazîkirina welatiyên Firatê ji cejna Qurbanê re
Aliyekî pêşwazîkirina welatiyên Firatê ji cejna Qurbanê re
Aliyekî pêşwazîkirina welatiyên Firatê ji cejna Qurbanê re
Aliyekî pêşwazîkirina welatiyên Firatê ji cejna Qurbanê re
Aliyekî pêşwazîkirina welatiyên Firatê ji cejna Qurbanê re
Aliyekî pêşwazîkirina welatiyên Firatê ji cejna Qurbanê re
20 tebax, 2018   09:40

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Bajarên kantonên Kobanê û Girê Spî yên herêma Firatê bi hatina cejna Qurbanê geş dibin.

Di kolan û bazaranên van bajaran de tevgera welatiyan zêde bûye û welatî pêdiviyên xwe û bi taybet şîraniyê ji bo cejna Qurbanê dikirin.

Welatiyan diyar kirin ku nirxên cilûbergan îsal gelekî bilind e û gotin ku buhaya şîraniyan baş e.

Yek ji rêûresmên cejna Qurbanê, pêşkêşkirina qurbanan e. Ji ber vê yekê welatî berê xwe didin bazarên sewalan û qurbanên xwe dikirin. Welatiyan diyar kirin ku buhaya qurbanan jî îsal baş e û di navbera 50 heta 60 hezar lîreyên Sûriyeyê de tên firotin.

Nûçegihanên ANHA'yê serdana van bazaran kirin û rewşa van bazaran ragihandin. Li bajarê Kobanê welatiya bi navê Diyana Ebûd kêfxweşiya xwe bi hatina cejna Qurbanê anî ziman û got ku ew pêdiviyên xwe ji bo pêşwazîkirina cejnê dikirin û bi taybet cilûbergên zarokan, qurban û şîranî û wiha got: "Tevî ku buhabûnek heye jî lê welatî neçar in pêdiviyên cejnê bikirin."

Welatiya bi navê Emîne Bozî ya ji gundê Qeremox a rojhilatê bajarê Kobanê jî kêfxweşiya xwe bi hatina cejna Qurbanê anî ziman û got ku bi saya fedekariya şervanên YPG'ê û YPJ'ê û bi saya xwîna şehîdan ew niha cejna xwe li welatê xwe pîroz dikin û wiha domand: "Vegera li welat ji bo me xewn bû û niha ev xewn veguherî rastiyekê. Tevî ambargoya li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê jî lê em li welatê xwe kêfxweş in."

Welatiyê bi navê Mihemed Mistefa jî axivî û wiha got: "Em bi hatina cejna Qurbanê kêfxweş in. Gelek xizmên me yên ji Kobanê koçber bibûn, vegeriyan. Qerebalixiya di bazaran de jî nîşana vê yekê ye û em li hemberî vejandina jiyanê li Kobanê gelekî kêfxweş in."

Yek ji xebatên pêşwazîkirina cejnê ew e ku welatiyên herêmê şîranî û hevîrweriya xwe amade dikin û di rojên cejnê de pêşkêşî mêvanên xwe dikin.

Serdana mezarên şehîdan

Weke kevneşopiyeke welatiyên Bakurê Sûriyeyê, welatî di sibeha cejnê de serdana mezarên şehîdan dikin. Tê payîn ku di vê çarçoveyê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclîsa Malbatên Şehîdan serdana mezarên şehîdan bikin.

Tedbîrên ewlekariyê

Bi boneya hatina cejna Qurbanê û ji bo paratina welatiyan ji rewên awarte Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Asayîşê ji beriya demekê ve xebatên xwe zêde kirine û hejmara dewriyên xwe yên di nava bajar û bazaran de jî zêde kirin.

Di vê çarçoveyê de hêzên Asayîşê tevgera motoskilêtan û kamyonan di nava bajêr de qedexe kirin. Birêveberê Buroya Bendên Kontrolê ya herêma Firatê Mihemed Cumhan bang li hemû welatiyan kir ku li gorî perspektîfên hêzên Asayîşê tevbigerin.

ANHA