Akademiya perwerdeyê li Şehbayê navenda zanist û xwepêşxistinê ye

Akademiya Şehîd Ezîz Ereb li kantona Şehbayê li gorî rêgezên neteweya demokratîk û komînal xebatên xwe bi rêya waneyên fikrî dide meşandin. Akademiya Şehîd Ezîz Ereb navenda zanistê ye û beşdarên akademiyê bi rastiyên dîrokî dide naskirin û jiyana wan ji paşguhkirin û înkarê ber bi rastiyê û firehkirina fikrî ve diguherîne.

Akademiya perwerdeyê li Şehbayê navenda zanist û xwepêşxistinê ye
Akademiya perwerdeyê li Şehbayê navenda zanist û xwepêşxistinê ye
Akademiya perwerdeyê li Şehbayê navenda zanist û xwepêşxistinê ye
Akademiya perwerdeyê li Şehbayê navenda zanist û xwepêşxistinê ye
Akademiya perwerdeyê li Şehbayê navenda zanist û xwepêşxistinê ye
Akademiya perwerdeyê li Şehbayê navenda zanist û xwepêşxistinê ye
Akademiya perwerdeyê li Şehbayê navenda zanist û xwepêşxistinê ye
20 tebax, 2018   09:17

FÎDAN EBDULLAH / ŞEHBA

Di dawiya sala 2016'an de hêzên şoreşger gund û bajarokên kantona Şehbayê ji destê çeteyên DAIŞ'ê û komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker rizgar kirin. Piştî ku aramî li herêmê hate vegerandin hejmareke mezin ji malbatên van gund û bajarokan di destpêka 2017'an ve vegeriyan mal û warên xwe. Welatiyan ji bo ku jiyana xwe bi rê ve bibin û careke din li hemberî êrîşan rû bi rû nemînin tavilê xwe birêxistin kirin û meclîsên xwe yên hundirîn û komînên xwe ava kirin.

Gava perwerdeyê ji bo welatiyan gava herî girîng bû. Li rex xebatên xwebirêxistinkirina di nava komîn û saziyên sivîl de Rêveberiya Meclîsa Kantonê yekemîn akademiya perwerdeyê bi navê Şehîd Ezîz Ereb di 8'ê Tebaxa 2016'an de li navçeya Arfadê (Til Rifeet) vekir.

Piştî ku navçeya Arfad rastî gelek êrîş û topbarana çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hat, rêveberiya Akademiyê neçar ma navenda akademiyê veguhêze navçeya Kefernayayê. Lê piştî êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî Efrînê welatiyên Efrînê neçarî koçberiyê hatin kirin û di encamê de avahiya akademiyê veguherî spartgehekê ji bo welatiyên Efrînê û ji ber vê yekê rêveberiya akademiyê neçar ma careke din akademiyê ber bi gundê Um Hoş ve veguhêze. Ji ber rewşa niha rêveberiya akademiyê dewreyên perwerdeyê yên vekirî dane destpêkirin.

7 dewreyên girtî ji 126 jin û mêran re

Ji dema vekirina akademiyê heta niha 7 dewreyên perwerdeyê yên girtî ji 126 jin û mêran re hatine lidarxistin. Beşdarên van dewreyan ji piraniya gund û deverên kantona Şehbayê bûn û ji hemû pêkhateyan bûn. Her wiha hejmareke welatiyên gundên Şehbayê yên di bin dagirkeriya komên çete û artêşa Tirkiyeyê de yên wekî deverên Babê û Ezazê jî beşdarî van perwerdeyan bûn.

Piştre rêveberiya akademiyê rêbaza dewreyên vekirî da meşandin û her dewreyek 17 rojan dom dike û tê de waneyên wekî neteweya demokratîk, şerê taybet, rastiya rêbertiyê, girîngiya perwerdeyê, civaka xwezayî, federalîzm, rêveberiya meclîs û komînan, dîroka jin, xwebirêxistinkirin û rihê hevaltiyê, rexne û rexnedayîn, dîroka civakan û waneyên parastina rewa hatin dayîn.

Plansaziya dewreyan bi rêk û pêk tê çêkirin û di lîsteya plansaziyê de bernameya wane û semîneran û saetên wan diyar dibin. Her wiha pisporên hemû aliyan çavdêriya waneyan dikin. Beşdarên dewreyan li gorî jiyana komînal tev digerin.

Rêjeya beşdarbûna jinan ji ya mêran zêdetir e

Di dewreyên destpêkê de hejmara beşdarbûna jinan gelekî kêm bû û di yekemîn dewreyê de tenê 3 jin beşdar bûn û di dewreya duyemîn de 6 jin beşdar bûn. Bi demê re hejmara beşdarbûna jinan ji mêran zêdetir bû.

Li gorî endama rêveberiya akademiyê ev pêşketina berbiçav di encama daxwaza jinan a aktîfkirina rola xwe di hemû alî û saziyên civakê de pêk hat.

Yekemîn dewreya vekirî ya di bin navê ‘Şehîd Barîn Kobanê’ de di 8'ê Tîrmeha borî de hate bidawîkirin. Di vê dewreyê de 30 kes beşdar bûn û piştre dewreyeke din bi navê ‘Şehîd Avesta Xabûr’ ji 30 kesên din re hate destpêkirin.

Yek ji beşdarên dewreyekê ya bi navê Suhêla El-Ebûs ji ajansa me ANHA'yê re der barê mijarê de axivî û got ku wê gelekî sûd ji waneyên dewreyê wergirtiye û ew wek jin êdî dîroka têkoşîna jinan a bi sedan salan nas dikin û got ku bandora erênî yên dewreyê rasterast li jiyan û karê wan dibe û wiha anî ziman: "Gava yekemîn a erênî ji bo jinan şikandina benda tirs û fedîkirinê ye û di dewreyan de jinan bi awayekî azad nêrînên xwe digotin."

Di dewreyê de yekemîn gav ber bi xweguhertinê ve avêt

Beşdarê dewreyê Welîd Elo behsa girîngiya perwerdeyê di aliyê fikrî û zanistî de kir û bi nêrîna wî gava yekemîn û sereke ew e ku jiyana di akademiyê de derfet ji wî re vekir ku komînal bi hevalên xwe re bijî û xwarinê amade bike û got ku ev destpêka xweguhertinê ye, nemaze ji ber ku ji ber zîhniyeta baviksalar mêr derbasî mitbaxan nedibûn û tenê wek karê jinan dihat dîtin û wiha got: "Bi rêya waneyên fikrî me rêgezên wekhevî û demokrasiyê nas kirin. Ev yek ji me tê xwestin ku em di jiyana xwe ya rojane de pêk bînin."

Fatme Oso dayika zaroka 6 salî Barîn ku beşdarî dewreyekê bûye, diyar kir ku zaroka wê ji bo beşdarî perwerdeyê bibe nebû asteng û di navberan de zaroka xwe xwedî dikir.

Waneya dîroka jinan bandoreke erênî lê kir

Hesen Hiso ku xwendin û nivîsandina wî tune ye, beşdarî dewreyê bû û diyar kir ku wî di aliyê xwendin û nivîsandinê de gavên mezin avêtin û dewreyê bandoreke mezin li kesayeta wî kir û wiha destnîşan kir: "Waneyên dîroka jinan gelekî bandor li min kir û hişt ku ez nêrîna xwe bi giştî li hemberî jinan û hêza wan biguherînim. Vê dewreyê hişt ku ez li her deverekê lêgerîna zanistê bikim û kesayeta xwe bi pêş bixim."

Di dawiya her dewreyekê de nirxandin ji aliyê beşdaran ve tê kirin da ku kêmasiyên di dewreyê de derbas bûne, neyên dubarekirin.

ANHA