Parkên Tebqayê têne sererastkikin

Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Tebqayê bi armanca bedewkirina bajêr û ji bo ku ev park bibin cihê vehesînê ji şênî û mêvanan re, xebatên sererastkirina parkan didomîne. Beşa Hawirdorê ji nû ve dar û şînahiyên xemilandinê yên cur bi cur di nav parkan de diçîne.

Parkên Tebqayê têne sererastkikin
Parkên Tebqayê têne sererastkikin
Parkên Tebqayê têne sererastkikin
Parkên Tebqayê têne sererastkikin
20 tebax, 2018   08:11

YDEYÎ EL-EHMED / TEBQA

Di dema dagirkirina DAIŞ'ê a Tebqayê de, çeteyan dar hilkirin û şewitandin. Lê piştî rizgarkirina bajêr di 10'ê Gulana sala borî de ji aliyê QSD’ê ve, saziyên sivîl ji bo vegerandina ronakiya parkan, xebatên sererastkirinê dimeşîne.

Têkildarî vê mijarê Beşa Hawîrdorê niha ji nû ve daran li park, peyarê û nava rêyan diçîne û xizmetê wê dike ta bedewbûna bajarê Tebqayê ji nû ve vegerîne. Li gorî Şaredariya Gel, parkên di nav bajêr de dabeşî 18 park li herêma taxan û 22 park li gundewaran kirine.

Hevserokê Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel Cemal Ebduletîf wiha got: "Me hemû park ji darên mirî paqij kirin, şînatiyên bizirar hilkirin, ax quliband, derdora daran bak kir û hejmarek baş ji şitlên ciyawaz çandin. "

Girêdayî beşa teknîkî Ebduletîf wiha got: "Piştî sererastkirina toreyê avê û toreyên avdanê, alavên reşandina av ji bo her parkekê hat peydakirin. "

Niha girîngî ji bo xebatên sererastkirina parka Navenda Çand û Hunerê ya Taxa Duyem hatiye dayîn. Ji ber ku park li ser qadek 500 metre fireh e û her wiha li ser berava gola Firatê ye. Park ji aliyê darijandina endezî ve taybet e, ji ber wê bûye meqseda turîzmê gelek şênî û mêvan serdana wê parkê dikin.

600 şitlên cur bi cur hatin çandin

Ji destpêka vê salê ve Beşa Hawirdorê 3 pênagavên çandiniyê dest pê kirin. Di hemleya yekemîn de 100 şitlên darên berhemdar û şînatiyên xemilandinê li parkên taxê El-Meqasim ê rojava û El-Sûk çandin.

Di hemleya duyemîn de 300 şitl li parkên deriyê ketina bajêr ji aliyê başûr ve hatin çandin.

Di pêngava sêyemîn de 150 şitlên daristanî li taxa El-Iskenderiyê çandin.

Meştela çandiniyê pêwîstiyên beşê peyda dike

Beşa Hawirdorê ya Şaredariya Gel a bajêr, meştelek ji bo pêşxistina xebatên çandiniyê ava kir. Meştel ji sedî 50 pêwîstiya beşê ji şitlan peyda dike. Heta niha 6 hezar û 800 şitlên berhemdar, daristanî û şînatiyên xemilandinê lê hene.

Çaksazkirina 4 parkan li gundewarên bajêr

Beşa Hawîrdorê 4 park li bajarokê El-Siweydiyê li bakurê bajarê Tebqayê sererast kirin û 100 şitl li deriyê ketina bajarokê Elmensûrê yê ku dikeve rojhilatê bajêr çand.

Her wiha Beşa Hawirdorê 50 şitlên El-Nexîl li bajarokê El-Sefsaf ê li rex bajarê Tebqayê ji aliyê rojhilat ve çandin.

(şx/ew)

ANHA