'Bombebarana Tirkiyeyê li Şengalê berdewama komkujiyên DAIŞ'yê ye'

Kurdên li Lubnanê dijîn bombebarana Tirkiyeyê li dijî Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar ki û piştrast kir ku ev êrîşa Tiriyeyê berdewama komkujiya çeteyên DAIŞ'ê der heqê welatiyên Êzidî de ye.

'Bombebarana Tirkiyeyê li Şengalê berdewama komkujiyên DAIŞ'yê ye'
20 tebax, 2018   08:14

LUBNANÊ

Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û êrîşa wê li Şengalê de, welatiyên Kurd ên li Lubnanê dijîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev êrîşên Erdogan nîşana zêdebûna dijminahiya wî li hemberî gelê Kurd e.

Daxuyanî ji aliyê Ednan Efrînî ve li pêşiya bi dehan welatiyên Kurd li Beyrûtê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Êrîşa Tirkiyeyê li dijî Şengalê sûcekî aşkera ye û serweriya welatekî cîran binpê dike. Tirkiye bi van êrîşên xwe hemû pîvan û qanûnên Neteweyên Yekbûyî yên girêdayî qedexekirina destdirêjiya li dewletên cîran binpê dike. Êrîşa Tirkiyeyê di roja çaremîn a salvegera komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li gundê Koço yê Şengalê de nîşaneke din a alîkariya Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ'ê re ye.

Rêjîma Tirkiyeyê ya faşîst bi rêya rêbazên leşkerî siyaseta tunekirinê li dijî gelên herêmê dide meşandin û ev yek êrîşa Mongol û Naziyan bi bîra mirovan tîne.

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker li Şengalê nîşan dide ku Erdogan asta dijminahiya xwe bi gelê Kurd re bilind kiriye û di rêbazên înkar û tunekirinê de bi israr e, da ku tu roleke Kurdan li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê û giştî cîhanê tune be.

Ev êrîşên Tirkiyeyê yek ji sedemên aloziya Tirkiyeyê ne û êdî Tirkiye veguheriye zindaneke mezin û tê de civak bi giştî hatiye girtin, bi taybet parçebûna li Tirkiyeyê piştî dagirkeriya artêşa Tirk li Efrînê.

Em wek Kurdên li Lubnanê van êrîşên Tirkiyeyê li dijî gelê Êzidî wek destdirêjiyeke li dijî giştî gelê Kurd bi nav dikin.

Em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiya Navneteweyî dikin ku rê li pêşiya van destdirêjiyên Tirkiyeyê bigirin û sûcdaran ceza bikin. Em bang li hêz û partiyên niştimanî û demokratîk ên Iraq û Sûriyeyê dikin ku li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê helwesta xwe hişk nîşan bidin. Em sersaxiya ji giştî gelê Kurd re ji ber şehadeta Zekî Şengalî dixwazin. Em soz didin gelê xwe ku em ê asta têkoşîna xwe ber bi azadiyê ve bilindtir bikin."

ANHA