Mijarên ku rojnameyên erebî îro behsê kirine

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê destdirêjî, talan û ferzkirina xiracê li ser welatiyên herêma Efrînê berdewam dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk amadekariyên rizgarkirina berîka herî dawîn li rojhilatê çemê Firatê ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye dike. Aloziya aborî ya Tirkiyeyê ziyan û bandora xwe li beşê karkeran dike.

Mijarên ku rojnameyên erebî îro behsê kirine
20 tebax, 2018   08:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kir. Rojnameyan bal kişand ser destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê. Her wiha behsa amadekariyên QSD'ê yên rizgarkirina berîka herî dawîn li rojhilatê çemê Firatê ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye. Rojnameyan her wiha behsa xebatên avakirina hikumeta Iraqê û rewşa li Yemenê û aloziya aborî ya Tirkiyeyê û agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de û gelek mijarên din ên herêmê kirin.

Çalakiyên wêrankirin û talanê yên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyên erebî yên îro behsa çalakiyên wêrankirin û talanê yên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê kirin. rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tabûrên Kurdan diyar kir ku ew ji kuştinên li Efrînê ne berpirsiyar in". Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku komên girêdayî odeya çalakiyan a “Şaxê Zeytûnê" ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin hê jî bi ser malên welatiyan de diçin û xiracê ji welatiyan distînin. Her wiha di van serdeçûnên malên welatiyan de pere û zêr werdigirin eger hatin dîtin. Ev kom her wiha welatiyên Efrînê yên ber bi herêmên weke Idlibê û gundewarê bakurrojhilatê Helebê ve diçin pereyan ji wan distînin û rêwîtiya wan asteng dikin. Her wiha welatiyên ku van koman revandine ji bo serbest berdin pereyan ji malbatên wan dixwazin.

Amadekariyên tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê

Girêdayî xebat û amadekariyên tunekirina DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve li Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe ya din wiha bi nav kir: "QSD û koalîsyon amadekariya tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê dikin". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî girêdayî mijareke din manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Beşdarbûna QSD'ê ya nava hêzên rêjîmê girêdayî bidawîkirina aloziyê ye".

Rojnameyê diyar kir ku QSD'ê li rojhilatê çemê Firatê li dijî rêxistina DAIŞ'ê di nava şerekî de ye û eniyên xwe yên pêşîn xurt dike û amadekariya qewitandina DAIŞ'ê ji giştî rojhilatê Firatê dike. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî û QSD'ê li derdora berîka herî dawî ya DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê hêzên xwe ji nû ve belav dikin. Evan tedbîrên wan jî di çarçoveya amadekariya çalakiya leşkerî ya berfireh ji bo tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê tên kirin.

McGurk û Silêmanî avakirina hikumetê lezgîn dikin

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "McGurk û Silêmanî li Bexayê ne ji bo bloka mezintirîn ava bikin". Çavkaniyên Iraqê yên fermî diyar kir ku diyar e bloka mezintirîn ji destên blokên Şîayî yên di hilbijartinan de bi ser ketine derketiye. Çavkaniyan dane zanîn ku êdî mijar ketiye destên şandeyê Amerîka Brett H. McGurk û yê Îranê Qasim Silêmanî û ber bi piştgiriya Ebadî ve diçin.

Rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Peyama piştgiriya Amerîkayê ji Ebadî re; em ê di Iraqê de bimînin."

Hûsî bi Nesrullah re dicivin û Hadî şermezar dike

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hikumeta Yemenê civîna şandeya Hûsî bi Nesrullah re şermezar dike". Çavdêran diyar kir ku ev civîn di çarçoveya xebatên beriya hevdîtinên di navbera aliyên Yemenê li Cinêvê pêk tê.

Îran girêdayî spartina xwe ya Ewropayê ji bo derbaskirina cezayan têkçûna xwe ragihand

Rojnameya El-Ereb girêdayî mijara cezayên Amerîkayê li ser Îranê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îranê ragihand ku ne pêkan e aloziya wê bi riya Ewropiyan were derbaskirin". Wezîrê Karên Derve yê Îran Mihemed Cewad Zerîf got ku Ewropa heta niha ne amade ye li hemberî Washingtonê der bikeve û hevpeymana nukelerî bi Îranê re biparêze. Çavdêran jî diyar kir ku gurzê duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê dê girantir bin.

Natanyaho û Lîberman xebatên agirbestê tevî hişyariyên Şabakê didomînin

Girêdayî mijar û aloziya Filistînê jî rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Natanyaho û Lîberman hişyariyên Şabakê paşguh dikin û danûstandinên agirbestê didomînin". Serokê Dezgeha Ewlehiya Giştî ya Îsraîlê (Şabak) Nedaf Argman bi daxuyaniyekê banga rawestandina danûstandinên agirbestê kir.

Karkerên Tirkiyeyê buhayê siyasetên Erdogan ên têkçûyî didin

Girêdayî aloziya aborî ya Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ne pêkan e endamên kambax ên aloziya aborî ya Tirkiyeyê bêne sînordarkirin". Rojnameyê diyar kir ku ev alozî rojane mezintir dibe û derbasî hemû aliyan bibe û di encamê de hilweşîneke mezin di nirxa lîreya Tirkiyeyê de pêk bîne. Guman e buhaya madeyên sereke û madeyên xwarinê bilindtir bibe  û daketina nirxa lîreyê dê bandorê li hemû madeyên sereke û faktorên berhemdarî û kardestan bike.

Rojnameyê diyar kir ku ev aloziya aborî ya Tirkiyeyê ji ber ku hêza kirînê ya kardestên kêm tune kiriye û bi vê yekê bandor li beşê karkeran bûye. Li gorî agahiyan 16 milyon karker û di nava wan de 6 milyon karker kardesteke herî kêm distînin û mûçeya wan a mehane digihîje 1600 lîreyên Tirkiyeyê, ango niha kêmtirî 260 dolarî ye û dema lîreya Tirkiyeyê di asta herî jêr de bû gihaşt 200 dolar.

2 milyon misilman heca xwe dikin

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îro Hecî ber bi Erefatê ve diçin".