‘Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi derxistina dagirkeriya Tirkiyeyê ye‘

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê yö Buroya Helebê Mihemed Hecî Mustefa çareserkirina aloziya Sûriyeyê spart derxistina dagirkeriya Tirkiyeyê ji herêmên Bakurê Sûriyeyê û beşdarkirina nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê di danûstandinên çareserkirina aloziyê de.

‘Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi derxistina dagirkeriya Tirkiyeyê ye‘
20 tebax, 2018   06:00

SÎLVA MUSTEFA - ROZANA DADO / HELEB

Mihemed Hecî Mustefa di hevpeyvîneke xwe li gel ajansa me ANHA‘yê de diyar kir ku bûyerên li Sûriyeyê ji şer û rijandina xwînê û dûrxistina gel ji maseya danûstandinên ji bo çareseriyê li ser pêşeroja Sûriyeyê metirsiyê çêdike û rewşê xirabtir dike.

Dewleta tirk ji sala 2016`an ve piştî lihevkirinên di navbera wê û Rûsya de, dest bi dagirkirina axa Sûriyê ji bajarê Cerablûsê ta Babê û herî dawî jî Efrîn, kir. Li gorî wê hevpeymanê jî dewleta tir hinekê herêmên di bin serweriya çeteyên xwe de radestî rejîma Sûriyê kir.

Hecî Mustefa tekez kir ku aştî bi derxistina dagirkeriya Tirkiyeyê ji Bakurê Sûriyeyê û beşdarkirina nûnerên rasteqîn ên Sûriyeyê di diyalogên çareseriyê de pêkan e.

Hecî Mustefa sedama aloziya ji sala 2011‘an ve spart destwerdan û nakokiyên hêzên derve li ser Sûriyeyê û anî ziman ku bi civînên navdewletî yên bi navê çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne bawer e û wiha domand: "Rexmî gelek civîn û lihevkirinên hêzên navdewletî lê heya niha tiştek li ser erdê pêk nehatiye, ji ber ku nûnerên gelê Sûriyeyê di civînan de nedihatin beşdarkirin."

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê yê Buroya Helebê bal kişand ser dijminahiya pergalên serwer ên ji bo sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li herêmên di bin bane QSD‘ê de hatine pêkanîn û wiha domand: "Li Bakurê Sûriyeyê sîstmeke rengîn heye, heman sîstem li Siwêdayê jî hatiye pêkanîn, armanca gel ji vê sîstemê ew e ku ji şer dûr bikeve. Lê hêzên dijber her hewl didin vê sîstemê têk bibin."

Der barê dosyaya Idlibê de jî Hecî Mustefa diyar kir ku armanca hevdîtinên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov bi hempîşeyî xwe yê Tirkiyeyê Çavuşoglu re bigihîjin lihevkirinan ku destûrê bidin rêjîmê da ku dest bi êrîşa Idlibê bike.

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê yê Buroya Helebê Mihemed Hecî Mustefa wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke gelê Sûriyeyê di danûstandinan de neyên beşdarkirin û hevgirtina xwe xurt nekirin û li derdora projeya demokratîk kom nebin, ne pêkan e pêşerojeke ronî ava bibe."

(bb/ew)

ANHA