Li parka Eşrefiyê ya Helebê 9 gor hatin dîtin

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê li parkek 9 gor hatin dîtin. Şaredariyê bi hevkariya bijîşkên edlî û Buroya Oldan a Helebê cenaze derxistin û li goristana taxa Şêxmeqsûd defin kirin.

Li parka Eşrefiyê ya Helebê 9 gor hatin dîtin
Li parka Eşrefiyê ya Helebê 9 gor hatin dîtin
Li parka Eşrefiyê ya Helebê 9 gor hatin dîtin
18 tebax, 2018   14:58

HELEB

Şaredariya Gel a Helebê di dema ku parka taxa Eşrefiyê ya Helebê sererast dikir de, 9 gor dîtin û bijîkên Edlî û Buroya Olî agahdar kir.

Tîma Bijîşkên Edlî cenazeyê lêkolînê kirin û agahî li ser wan girtinda ku xizmên wan were naskirin.

Şaredariyê bi hevkriya Borya Olî ya Helebê cenaze ji goran derxistin û li taxa Şêxmeqûsd li gorî adetan olî veşartin.

Li gorî şêniyan; cenazeyên hatin ên çeteyên koma Şuheda Bedir û hin sivîlên ku ji ber şer cih ji definkirina miriyên xwe nedidîtin û li parkê defin kirin.

Der derbarê mijarê de, Rêveberê Buroya Olî Şêx Elî El-Hesen anî ziman, "Piştî rizgarkirina herêm ev gor hatin dîtin, diviya bû ku cenaze li deverên taybet ên definkirinê bihatana veşartin, nabe ku ev gor li parkê bimana ji ber devereke girtî ye."

Hêjaya bi bîrxistin ku taxa Eşrefiyê di navbera 2013-2016 de ji aliyê koma çete ya "Lîwa Şuheda Bedikr" ya girêdayî Xalid El-Heyanî yê ku desteka xwe artêşa Tirk a dagirker digire. Herêm di sala 2016‘an ji aliyê YPG û YPJ‘ê ve hate rizgarkirin.

ANHA