Gelê Bakurê Sûriyeyê li sînorê Iraqê çalakiya protestoyê li dardixe

Piştî ku hikûmeta Iraq destur neda gelê Bakurê Sûriyeyê ku derbasî Şengalê bibin û beşdarî merasîmê oxirkirina Mam Zekî Şengalî bibin, gel li ser sînor çalakiyeke protestoyê li dar xistin.

Gelê Bakurê Sûriyeyê li sînorê Iraqê çalakiya protestoyê li dardixe
18 tebax, 2018   15:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê bi armanca ku beşdarî merasîmê oxirkirina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ber bi sînorê Iraqê ve ketin rê. Lê hikûmeta Iraqê destûr neda gel ku berbasî Şengalê bibin.

Girseya gel di van kêliyan de li ser sînor çalakiyeke protestoyê li dar xistine û bang li  vekirina sînor li hikûmeta Iraqê dikin.

Di dîmena ku nûçegihanên me de şande çalakiya gel û îsrara wan a ji bo derbasbûna Şengalê diyar dibe.

ANHA