Cenazeyê şehîd Mihemed Ewsec li Şedadê hate oxirkirin

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Mihemed Ewsec ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû hate oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Mihemed Ewsec li Şedadê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Mihemed Ewsec li Şedadê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Mihemed Ewsec li Şedadê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Mihemed Ewsec li Şedadê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Mihemed Ewsec li Şedadê hate oxirkirin
18 tebax, 2018   13:54

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Mihemed Ewsec ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê birin.

Merasîm bi rêzgirtinê û torana leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn ve dest pê kir. Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Fewaz Silêman sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ew ê heya dilopa dawî ji xwînê xeta şehîdan bişopînin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nacî Nicûm anî ziman ku şehîd riya azadiyê pejirandina ta ku herêmê ber bi riya aramiyê bibin.

Wesîqeya şehadetê ji aliyê endamê Meclisa Malbatê Şehîda Silêman Mihsin ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

(bb)

ANHA