El-Mihdî: Hikumeta Iraqê girêdayî lihevkirinên Amerîka û Îranê ye

Siyasetmendarê iraqî Dr. Elî El-Mihdî destnîşan kir ku hêzên di hilbijartinan de bi ser neketin krîzek çêkir da ku hilbijartinan îptal bikin û welat di aloziyê de bihêlin. El-Mihdî diyar kir ku nakokiyên Îran û Amerîkayê rola xwe ya mezin di avakirina hikumetê de heye lê ne hêsan e ew kesên ku li welat hikum bike were hilbijartin bêyî ku Îran û Amerîka li hev bikin.

El-Mihdî: Hikumeta Iraqê girêdayî lihevkirinên Amerîka û Îranê ye
18 tebax, 2018   06:07

MEDYA HENAN / NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê encanên hilbijartinên Iraqê û hewlestên blokên siyasî yên bi ser neketin, girêdayî wê nakokiyên Îran û Amerîkayê de, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Iraqê Dr. Elî El-Mihdî ji ajansa me re axivî.

-Encamên hilbijartinên Iraqê piştî hejmartina dengan a bi destan bi dawî bû, li gel vê yekê di navbera blokên siyasî de nakokî hene, gelo dê di pêvajoya pêş de hikumeteke nû were avakirin, xwendina we ya ji bo vê pêvajoyê çi ye?

Girêdayî encamên hilbijartinan, ez dibînin ku biryara Komîseriya Hilbijartinan a hejmartina dengan a elektronîk pêk were, tiştekî erênî ye. Lê mixabin gelek hêzên ku di hilbijartinan de bi ser neketin ku ji 70 parlamenterên berê pêk tê, bi zanebûn qerebalixek çêkir da ku hilbijartinan îptal bikin û welat li ber ba bibin.

Lidarxistina civîna parlamantoyê ya piştî hilbijartinan ji bo gotûbêjkirina rewşa komîseriyê tiştekî xeternak e, lê dîsa jî ez dibêjim ku encamên hejmartina dengan a bi destan dê wekî xwe bimîne. Her wiha guhertinên ku çêbûne û xebatên komîseriyê jî berdewam bikin, encamên hilbijartinan naguhere. Ez texmîn dikim ku herêmên ku di bin kontrola DAIŞ‘ê de bûn yên ku piştre ketin destê hikumeta Iraqê heke li herêma navîn bin, an yên başûrê Kurdistanê hinek guhertinên nû çêbûn, hema bêje encam wekî xwe ma. Ev yek nîşan dide ku civaka Iraqê û lîsteyên siyasî mixabin heya niha nikarin hilbijartinan bi rê ve bibin û bi rihekî werzîşvan têkçûyînê hildigire û aliyê ku bi serketiye pîroz dike.

Wekî tê zanîn jî ku blokên siyasî ew bi xwe ne yên li ser desthilatê dimînin. Hin guhertinên sivik çêbûne, lê guhertinên di bernameyan û partiyên siyasî de pir kêm in. Ez dibînim ku mijar pir nazik e, em di merheleya lêkolînkirina daxwazên îtîrazê hilbijartinan ên ku beriya du rojan ji aliyê komîseriyê ve hatin aşkerakirin de ne. Em texmîn dikin ku di du hefteyên pêş de ev doz dê werin diyarkirin, komserî dê encaman û mafên kesên bi bin ketin ragihîne. Hin kes ji encamên hilbijartinan ne razî bûne û daxwaznameyên îtîrazê pêşkêş kirin. Herî dawî dê komîserî endamên parlamantoyê erê bike.

Nakokiyên Îran û Amerîkayê bandoreke xwe ya mezin li ser avakirina hikumetê heye. Ji dema ku Amerîka Iraq dagir kir ve û heya niha zehmet e ku bêyî îtifaqa Amerîka û Îranê ew kesê welat hikum bike, were diyarkirin. Amerîkayê Iraq dagir kiriye û ejnîdeyên wê li Iraqê hene û bandora wê li ser Iraqê pir mezin e. Îran jî bi rêya partî, îstixbarata xwe û hêzên leşkerî bandora wê di avakirina hikumetê de heye. Lê hevsengî mîna berê nîn in. Niha jî ango piştî rêveberiya Amerîkayê ya nû, ku bi siyaseta xwe ya hişk tê naskirin û piştî ferzkirina cezayan li ser Îranê yên der barê nukleerê de rewşa ji bo Îranê ji ber zehmettir dibe û îhtîmalên lihevkirinan jî pir kêm in. Lê ji ber nakokiyên berjewendiyên her du aliyan ne mimkun e ku hikumeta nû û serokwezîrê nû werin. Divê hevsengiyeke hebe, ji ber ku hevsengiyên niha ne wekî yên salên 2014 û 2010’an in,  tekez bandora Amerîkayê ya niha mezintir be, Îran jî dibîne ku Iraq qada tesfiyekirina hesaban û qada zextan e, her wiha qada têkbirina planên Tirkiyeyê yên di Iraqê de ye.

-Ji destpêka hijmartina dengan a bi destan ve, li parêzgehên başûr xwepêşandan rabûn, ev yek dê çi bandorê li avakirina hikumetê bike?

Têkildarî xwepêşandanan, di dema hilbjartinan de û piştî encam hatin aşkerakirin, aliyên ji Sunayê tê hesibandin encamên pir kêm girtin, beriya avakirina hikumetê çeteyên DAIŞ‘ê herêm dagir kirin, ev yek bandor li ser hilbijartinan kir ku nîşaneya rast a hebûna aktîf a van partiyên siyasî wekî ku li herêmên sunî pêk hat nade, niha jî li herêmên navîn û başûr xeta siyasî ya welat tehdîd dike.

Lê piştî hinek dilrehetî û tedbîrên ewlekariyê, em dikarin bibêjin ku hinekî bêdengî heye, tevgerên xwepêşandanan hîn jî hene, ji ber ku ev herêm bi petrolê dewlemend e, rexmî ku rêjeya Iraq ji petrolê ji sedî 80 ye lê hê jî pêwîstiyên sereke yên Iraqê wekî ava vexwarin û kehrebeyê kêm e, rexmî bilindbûna pileya germê, rexmî ku şîrket li Iraqê pir in lê belê gelek kes bê kar in.

Hikumeta Iraqê piştî ku petrol kêm bû, desteka xwe ya ji qada perwerde, xizmetguzarî û tenduristiyê rawestand, kêmbûna budçeyê kir hincet, lê dema ku li başûr û navîn xwepêşandan rabûn me dît ku hikumeta Iraqê dikarî hin derfetan peyda bike. Ev nîşan dide ku heke gel ranebûya xwepêşandanan hikumetê gav nediavêtin. Wekî din em dibînin ku parlamento heftane biryarên nû der barê xizmetguzariyê de derdixe.

-Xwepêşander Heyder El-Ebadî bi nelirêtiyê tohmetbar dikin. Gelo wê blokên siyasî careke din El-Ebadî qebûl bikin, her wiha helwesta xwepêşanderan wê çawa be, heke El-Ebadî dîsa bibe serokwezîr?

Nelirêtî di hemû şaneyên civakê de belav bûye, em dikarin wekî nelêritiya civakî pênase bikin, ev yek di dema desthilatên berê de heye, lê ji ber bêtir belav bûhe, rexmî ku derfet hene jî lê ji ber tunebûna qanûnan û hebûna milîsan, her wiha bêdengiya partiyên siyasî li ser van nelirêtiyê zehmet e ku nelirêtî ji holê were rakirin.

Ne serokwezîr û ne jî wezîrên din dikarin nelirêtiyê bi dawî bikin, ji ber partî û nûnerên wê bi xwe nelirêtiyê dikin, ji ber vê yekê em di xeleke vala ji doza nelirêtiyê  de ne. Partiya Komunîst a Iraqê ya di bin sîwana Hevbendiya Saîrûn de diyar dike û hêz û kesayetên ku di demên berê de sembol bûn, niha nikarin derbasî hikumeta nû bibin, ji ber hebûna kesayetên paqij  nikarin bi kesên ku nelirêtiyên dikin re kar bikin, ango kar bi hev re wê pir zehmet be.

Ez texmîn dikim ku gelek tişt li hemberî Ebadî bisekinin. Gelek tekez dikin ku divê têkiliyên xwe bi partiya Dawayê re qut bikin, ji ber ku dibînin ku partiya Dawa û Îtîlafa Dewleta Qanûn ji êşa gel berpirsyar in, piraniya endamên saziyên dewletê ji partiya Dawa ne, ji lew re zehmet e ku careke din Ebadî bibe serokwezîr, heke girêdana xwe ji partiyê qut neke.

-Gelo dê hikumeta nû bikare dawiyê li aloziya Iraqê bîne?

Texmîn dikim ku hikumeta nû wê karibe Iraq ji aloziyê xelas bike, derferên gelê Iraqê û hêza wê heye ku demokrasiyê pêk bîne. Gelek sembolên nelirêtiyê di hilbijartinan bi ser neketin.

Ji bo Partiya Komunîst a Iraqê û Hevbendiya Sairûn bernameyeke hevbeş heye, ku dikare xizmetguzariyê peyda bike û li hembeerî nelirêtiyê şer bike. Partiya Komunîst a Iraqê jî roleke mezin bi pêş bixe.

(bb/ew)

ANHA