Umer: Divê Kurd li hemberî xetereyên ku destkeftiyên wan dikin hedef, bibin yek

Endamê Desteya Serokatî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li Rojava Ebdulkerîm Umer li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker banga lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê û avakirina lêvegereke siyasî kir.

Umer: Divê Kurd li hemberî xetereyên ku destkeftiyên wan dikin hedef, bibin yek
18 tebax, 2018   05:17

EHEMD SEMÎR – MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Endamê Desteya Serokatî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Rojava Ebdulkerîm Umer der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û rewşa aborî ya li Tirkiyeyê de ji ajansa me re axivî.

Ebdulkerîm Umer di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Aloziya ku başûrê Kurdistanê tê re derbas dibe girêdayî aloziya li herêmê û ya Iraqê ye. Dewleta Tirk bi serokatiya AKP‘ê roleke mezin di xirabûyîna li herêmê dilîze. Erdogan jî bi fobiya dijminahiya gelê Kurd ketiye, ji ber vê yekê projeyên xwe yên hundirîn hiştiye û berê xwe daye Kurdan da ku destkeftiyên wan ên ku di sedsala 21’an de qezenc kirine, têk bibe."

Umer anî ziman ku  dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û got ku hemû rêbazan bi kar tîne da ku destkeftiyên wê li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibe û wiha domand: "Dema ku hikumeta herêma Kurdistanê xwest ji Iraqê serxwe bibe, dîsa dewleta Tirk li dijî wê derket. Li aliyekî din jî êrîşî destkeftiyên Rojava û projeya wê ya demokratîk dike."

Ebdulkerîm Umer bal kişand ku 17 bargehên leşkerî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê û deşta Nînewayê hene û destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku mêtîngeriya xwe zindî bike û wiha domand: "Baregehên leşkerî wê bandoreke neyinî li ser rewşa Başûr û Iraqê çêke, heke her du alî bê deng bimînin." Umer destnîşan kir ku Erdogan dixwaze peymana milî vejîne û serweriya xwe li ser tevahiya herêmê ferz bike û wiha domand: "Daneyên heyî diyar dike ku encamên vê yekê karesateke mezin li ser aboriya Iraq û Başûrê Kurdistanê çêke, nexasim ku Tirkiyê di krîzeke aborî de ye,, ji ber siyasetên Erdogan."

Umer da xuyakirin ku dewleta Tirk dijminahiya tevahî gelê Kurd dike, li Başûr, Rojava û Bakur be dike û wiha got: "Me komkujî û binpêkirinên li bakurê Kurdistanê, her wiha êrîşên li ser bajarê Efrînê, dewleta Tirk ji bo tunekirina gelê Kurd plan dike, niha jî li Başûrê, Qendîl û Şengalê jî planan dike."

Ebdulkerîm Umer sedemên têkçûna planên Tirkiyê di gelek aliyan de destnîşan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê kirîzeke aborî heye, bi taybet piştî ku Amerîka cezayên aborî lê ferz kir, ev cenaze ne girêdayî keşeyê Amerîka wekî ku hin kes texmîn dikin, lê belê girêdayî siyasetên AKP‘ê yên li herêmê û peyamên kirina moşekên S400, li aliyekî din jî ji ber ku Tirkiyê ceazayê ku Amerîka li ser Îranê ferz kiriye pêk nayîne. Cezayên aborî wisa derbas nabe, lê wê Tirkiyeyê neçarî du hilbijêran bike, an teslîm bibe an jî xwe bispêre Amerîkayê. Heke Tirkiye bixwaze ji aloziyê bi windahiyên kêm derkeve, divê li siyasetên xwe yên şaş vegere, aloziya hindirîn çareser bike û bibe xwedî biryara aktîf. Her wiha bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çareseriya siyasî pêk bîne û doza kurdî çareser bike."

Umer girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê parve kir û got: "Ji ber ku êrîşên li ser başûrê Kurdistanê tevahî gelê Kurd û destkeftiyên wê hedef dike. Her wiha li hemberî pêkirinên dewleta Tirk pêwîst e lêvegereke siyasî kurdî were avakirin û wiha dom da axaftina xwe: "Kurdan di gelek aliyan de roleke pir mezin lîstin, li hemberî terora li rojava û başûrê Kurdistanê sekinînin û perwerdeyek ji berxwedanê dane cîhanê, ji ber ku xetereyên cidî li ser destkeftiyan hene, dewletên dagirker li hemberî kurdan dibin yek, çima gelê Kurd nabin yek dema ku destkeftiyên wan di xetereyê de ye."

Endamê Desteya Serokatiyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li Rojava Ebdulkerîm Umer wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ne dûr e ku gelê Tirkiyeyê li hemberî siyasetên şaş ên Erdogan derkeve serhildanan. Tirkiye gihaştiye pêvajoyeke aloz, encamên vê pêvajoyê dê di demên pêş de derkevin."

(bb/ew)

ANHA