‘Divê hiqûqa mafên mirovan binpêkirinên Tirkiyeyê ên der heqê Ocalan de sînordar bike‘

Hejmarek ji rûspiyên êlên Kurd ên navçeya Dirbêsiyê bang li dewleta Tirk kir ku rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aşkera bikin, her wiha bang li rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan kir ku binpêkirinên dewleta Tirk ên der heqê Ocalan de sînordar bike.

‘Divê hiqûqa mafên mirovan binpêkirinên Tirkiyeyê ên der heqê Ocalan de sînordar bike‘
18 tebax, 2018   06:20

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Nerazîbûnên gel ên der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nediyarkirina rewşa wî de her ku diçe zêdetir dibin.

Rûspiyên êlên Kurd ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji ajansa me re axivîn û got ku Ocalan bi fikrên xwe azad e.

Rûspiyê êla Mûhacir Şêxmûs Silêman Mihemed anî ziman ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Bakurê Sûriyeyê ji koletiyê xilas bû û got ku ew dixwazin rewşa Ocalan nas bikin.

Mihemed wiha pê de çû: "Em di nava armaniyê de ne, ev jî berhema fikrê Ocalan e. Bila Tirkiye baş bizanibe ku planên wê yên li dijî gelê Kurd dê bi ser nekevin û gelê Kurd bi îradeya xwe ya ku fikrên Ocalan girtiye dê bi ser bikeve û rêberê xwe azad bike."

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êla Dîlbirê Silêman Hac Elî jî wiha got: "Tirkiyê bi komployên xwe wê nikaribe fikrên Ocalan asteng bike û nikare vîna gel têk bibe." Hac Elî destnîşan kir ku armanca tecrîdê ji ber ku Tirkiye ji fikrê demokratîk ê ku Ocalan pêşengiya wê dike, ditirse.

Hac Elî her wiha bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan kir ku der barê rewşa Ocalan a di girtîgehê de bê deng nemîne û di zûtirîn demê de rewşa wî diyar bikin û wî azad bikin.

(bb/ew)

ANHA