ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-08-2018
18 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Meclisên Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîda lis er Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê organîze dikin. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gelek malbatên Efrînî ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker xwe gihandin Şehbayê, hin din jî bûne qurbaniyên îdiayên derew ên Tirkiyê û ajanên wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gundê Etebê yê girêdayî navçeya Girkê Legê yê nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ji beriya sed salan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê binpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-MSD di nava erdnîgariya Sûriyeyê de pergaleke siyasî ya çalak e, nûneriya gelek pêkhate, netewe û kêmneteweyan dike, di nava pergala wê de gelek partî û rêxistinên siyasî û civakî yên bi nêrînên cuda cih digrin. MSD`ê yekemîn pergala dijber e ku di hundirê welat de hatiye damezirandin û ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê projeyek pêşkêş kiriye, lê ji hêla hin derdoran ve wekî ku alîgirê aliyekî ye, tê rexnekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Endamê Desteya Serokatî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li Rojava Ebdulkerîm Umer li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker banga lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê û avakirina lêvegereke siyasî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek rûspiyên êlên Kurd ên navçeya Dirbêsiyê bang li dewleta Tirkiyê kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aşkere bike û ji civaka navdewletî û hiqûqa mafê mirovan xwest ku erka xwe pêk bîne û binpêkirinên dewleta Tirk sînordar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Hesekê Ehmed Esed destnîşan kir ku ne navendîbûyîn û pirrengî çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye û got ku çareserî dê bi riya danûstandinên Sûrî- Sûrî pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Siyasetmendarê Iraqî Dr. Elî El-Mihdî destnîşan kir ku hêzên di hilbijartinan de bi serneketin kirîzek çêkirin da ku hilbijartinan îbtal bikin û welat di aloziyê de bihêlin. El-Mihdî diyar kir ku nakokiyên Îran û Amerîkayê rola xwe ya mezin di avakirina hikûmetê de heye û lê ne hesan e ew kesên ku welat hikum bike were hilbijartin bêyî ku Îran û Amerîkayê li hev nekin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Li bajarê Qamişlo, ji beriya 30 salan ve sûkên gerok ango sûkên ku her rojekê li deverekê têne vekirin hene. Ev sûk jî li taxa "Qenat Siwês, Kornêş, Xerbî, Hetîn, Hilêliyê, Meheta Kevin û riya Hîzanê " têne vekirin. Li van sûkan hemû pêdivî peyda dikbin, ji lewra jî bûye meqsda welatiya. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demên dawî de li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê deyardeya bikaranîna resîfan ji aliyê xwediyên dukanan ve belav bûye, şênî ji ber vî tiştî acizbûyîna xwe nîşan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA