Êzidiyên Helebê: Bila hikûmeta Iraq û ya Başûr helwesta xwe zelal bikin

Êzidiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin û bang li hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kirin ku der barê êrîşê de helwesta xwe zelal bike, her wiha bang li civaka navdewletî kir ku erka xwe pêk bîne û Êzidiyan biparêze.

Êzidiyên Helebê: Bila hikûmeta Iraq û ya Başûr helwesta xwe zelal bikin
17 tebax, 2018   17:22

HELEB

Êzidiyên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê ku di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû, daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan êzidiyan ku alên Yekîtiya Êzidiyan û wêneyên Şehîd Zekî Şengalî li ber avahiya Mala Êzidiyan hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Mala Êzidiyan Medya Batil ve hate xwendin.

Medya bi navê Yekîtiya Êzidiyan a Buroya Helebê bang li raya giştî û civaka navdewletî û rêxistnên mafên mirovan kir ku hemû rengên binpêkirinan ku nasnameya gelê Êzidî dike hedef bi dawî bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hemû ferman û qirkirinên li hemberî gelê Êzidî hatin kirin tevahî mirovahiyê dike hedef û wiha hate domandin, " Birîna Koço hîna pêçe nebibû berê xwe dane Efrînê. Di heman rojên salvegera komkujiya gundê Koçoyê ya 2014‘an de, her wiha di roja salvegera Pêngava 15‘ê Tebaxê de êrîşeke bi balafiran pêk anîn û Mam Zekî Şengalî kirin hedef. Xwestin bi vê êrîşê peyamekê bidin ku ew cewherê doza gelê Kurd ê Êzidî bikin hedef û nasnameya gelê me tune bikin. Her wiha xwestin tola xwe ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re rakin ên ku dema êrîşa DAIŞ‘ê de kerîdorên ewlehiyê ji hezaran Êzidîvekir."

Medya her wiha bang li gelê Êzidî kir ku ji berê bêtir rêxistina xwe xurt bikin û beşdarî tevgerên azadiyê yên li dijî terorê û komployên Tirkiyê bibin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, "Mam Zekî Şengalî zemîna sereke ya rêveberiya xweser a Şengalê danî û ji bo gelê Kurd xizmeteke mezin pêşkêş kir. Em soz didin ku em şopdarên xeta şehîdan bin ta armancên wan pêk bîne û destkeftiyên gelê me biparêzin.

Di daxuyaniyê de, bang li rêxistnên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku li hemberî siyasetên binpêkirinê bisekinin û erka xwe ya li hemberî binpêkirinên li dijî gelê Kurd bi giştî û gelê Şengalê bi taybet bi cih bînin.

Her wiha bang li hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê hate kirin ku helwesta xwe diyar bike û deteyên vê sûcên ne merd aşkere bikin.

ANHA