Şêniyên Behra vedigerin warê xwe

Şêniyên herêma Behra ya navçeya Holê ya kantona Hesekê vedigerin warê xwe piştî ku ji mayînên çeteyan hate paqijkirin.

Şêniyên Behra vedigerin warê xwe
17 tebax, 2018   13:39

HESEKÊ

Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM û YPG/ YPJ‘ê mehek pêş soza dabû şêniyên herêma Behara ya navçeya Holê ya kantonê Hesekê ku piştî herêm ji mayînên çeteyên DAIŞ‘ê were rizgarkirin, dê şênî karibin li warê xwe vegerin.

Meclisa Navçeya Holê ya kantona Hesekê bi armanca ku şênî li warê xwe vegerin, piştî paqijkirina ji mayînan civînek li gundê Behrayê li dar xist.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Cîgirê Hevserokên Meclisa Şaredariya Holê Emar Mûsa şênî pîroz kirin ku dê vegerin warê xwe.

Hevserokê Meclisa Navçeya Holê Ziyad Hesen jî axivî û anî ziman ku sedema derengmayîna vegerê ewlekariya şêniyan û diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê bi sedan mayîn li herêmê çandin bûn.

Hesen ji şêniyan xwest ku parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin bikin.

Hesen anî ziman ku di demên pêş de dê komîn û meclis li herêmê werin avakirin.

Şêxê Êla El-Xewatina Sultan Ebûd Sultan spasiya YPJ û YPG‘ê kir ku herêm ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û şênî li warên wan vegerand.

Gundê Behra di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina de di 15‘ê Mijdara 2015‘an de hate rizgarkirin.

(bb)

ANHA