Dewleta Tirk li Ewropyayê bi çalakiyan hate protestokirin

Êrîşa dewlet Tirk a dagirker a li ser Şengalê li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Dewleta Tirk li Ewropyayê bi çalakiyan hate protestokirin
Dewleta Tirk li Ewropyayê bi çalakiyan hate protestokirin
Dewleta Tirk li Ewropyayê bi çalakiyan hate protestokirin
16 tebax, 2018   18:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bajarê Hannover ê Elmanyayê, li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê bi meşekê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Yewnanistan Atînayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Meş ji pêşiya parlemetoya bajêr destpê kir heta pêşiya Sefaretxaneya Tirk dom kir. Di meşê de pankartên ku êrîşa dewleta Tirk şemrezar dike û li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK’ê hatin bilindkirin.

Li pêşiya sefaretxaneyê dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Faşîst Erdogan, dîktator Erdogan’ hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Metîn Bîngol axivî û diyar kir ku dewleta Tirk xwe li hember destkeftiyên Kurdan ranegirt û êrîşî Kurdan dike. Bi êrîşeke hovane bombe li ser Êzidiyan barandin.

Bîngol bang li hemû gelê Kurd kir ku li dijî êrîşan rabe ser xwe û faşîzma dewleta Tirk protesto bikin.

HANNOVER

Li ser bangewaziya Meclîsa bajarê Hannover û Hîldesheîmê Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê ku têde Mam Zekî Şengalî şehîd bibû, li Nîedersaksen û Saksonyajerînê daketin qadan.

Bi hezaran walatî li Gara bajarê Hannoverê kom bûn û piştî deqeyek rêzgirtinê di kesayeta şehîd Zekî Şengalî de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz girtin, dest bi meşê kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.

Di meşê de hevserokê KCKD-E’yê Yuksel Koç, ji NAV-DEM’ê Elî Saçîk, Hevserokê Meclîsa Hannoverê Altûn û Ciwan Çelîk, Hevserokê Meclîsa Hîldesheîm Azad û Xetîce û her wiha komîn û Meclîsa Eyaleta Saksonya jêrîn jî amade bû.

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye Kurdistanî û dostên wan saet di 14.00’an de li Qada Sergelê hatin ba hev û alayên PKK, KCK, PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Stockholmê û li ser navê Yekîtiya Jinan a Sarayê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşî destkeftiyên Kurdan dike.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku  dewleta Tirk di serê sala 2017’an de jî êrîşî Şengalê kiribû û gelek Êzidî hatibûn qetilkirin.

Piştî rêzgirtina ji bo Zekî Şengalî û kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, sloganên ‘Erdoganê faşîst’, ‘Dewleta Tirk ji Kurdistanê derkeve’ hatin berzkirin.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protestokirin. Çalakiya protestoyê li navenda bajêr pêk hat û çalakgeran têkildarî fermana Şengalê dovîz hildan.