Li Silêmanî û Hewlêrê êrîşa li ser Şengalê hate şermezarkirin

Li Silêmaniyê û Hewlerê li dijî êrîşa li ser Şengalê çalakî hatin li darxisitn û êrîş bi tûndî hate şermezarkirin.

Li Silêmanî û Hewlêrê êrîşa li ser Şengalê hate şermezarkirin
16 tebax, 2018   18:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûn li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê ku di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû, didome.

SILÊMANÎ

Nûnertiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ya Silêmaniyê bi armanca şermezarkirina êrîşa hewayî ya dewleta Tirk ku duh li ser Şengalê pêk hat û di encamê de Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd bû, meşek lidar xist. Meşê li Cadeya Salim a Silêmaniyê destpê kir û li Parka Azadî bi dawî bû. Gelek welatiyên Silêmaniyê beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên, 'Şehîd namirin', 'Li Şengalê berxwedane, Silêmaniyê piştevane', 'Bijî Berxwedana Şengalê' û 'Mam Zekî xwîna te li erkê namîne' berz kirin. Herwiha alên PADÊ û posterên Rêveberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hatin berzkirin.

Piştî ku meş gihişt li ber Parka Azadî, li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Cemal Qasim daxuyanî xwend û got; "Hîn birîna êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê sax nebirîbû, careke din êrîşî Şengalê kirin. Ev êrîş bi planekî sê alî, PDK, hikûmeta Iraqê û dewleta Tirk pêk hatiye. Armanca êrîşê jiholêrakirina gelê Êzidî ye."

Di daxuyaniya PADÊ'yê de daxwaz ji civaka navneteweyî, hikûmeta Iraqê û gelê Kurd tê kirin ku li dijî êrîş û komkujiyên li ser gelê Êzidî bêdeng neminin.

Her wiha daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) hatin xwendin. Di daxuyaniyan êrîşa li ser Şengalê tê şermezarkirin û tê gotin bi êrîşan wê îradeya gelê Êzidî neşkê û wê tenê ji bo dewleta Tirk û hevkarên wê şermezarî bimîne.

HEWLÊR

Li ber Parka Şanedar a Hewlêrê jî ji aliyê welatiyan û çalakvanan ve êrîş bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Di çalakê de daxuyanî hate dayîn. Li ser navê girseyê Mamosta Idris Sedîq daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Ji bo Tirkiye bigihe armancên xwe li dijî gelê me êrîşan pêk tîne. Niha jî êrîşî Şengalê dike. Êrîş encama hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Erdogan e. Çawa ku berê Tirkiyeyê bi rêya lihevkirinê aborî û siyasî yên li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bikardianî ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û êrîşkirina li ser parçeyekî din ê Kurdistanê. Niha jî heman metirsî heye ku Erdogan û Ebadî li dijî destkeftiyên gelê me lihevkirin kirîbin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê destnîşankirin; "Erka sereke ya hêzên siyasî ewe ku xwedî yek helwestê bin û li hemberî stemkariya dewleta Tirk êdî bêdeng nemînin. Dawî li helwesta şermane bînin. Divê bibin xwedî helwestên cidî. Divê nûnerên Kurdan li Bexda hikûmeta Iraqê neçar bike ku nêzîkbûnek taybet li gel Şengalê bike. Sînor ji hêzên dagirker paqij bike. Ji bo ku li Başûrê Kurdistanê êdî li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk neyên."